Di weşanê de, Mehmet Bakî, ji qaşo Serokê Meclîsa Efrînê Suleyman re di derbarê firotina zeytûnan de pirs pirsiyar kir, lê bersiva Suleyman wek mikurhatinê bû û got; “ Tirkiye tê, zeytûnan kom dike û ji dervayî welat re jî difroşe.”
EFRÎN- Di salvegera 1. ya dagirkirina Efrînê de yê ku ji aliyê Dewleta Tirk a Dagirker û çeteyên wê ve hatibû dagirkirin, ji bo rawekirina dagirkirinê, ji aliyê TRT Kurdî û bi pêşengiya Mehmet Bakî ve bernameyek hate lidarxistin.
Ji bernameyê re qaşo Serokê Meclîsa Efrînê Mihemed Salih Suleyman û qaşo cîgirê wî Mihemed Reşîd û 3 jî beşdarvan tevlî bûn.
Di weşanê de, Mehmet Bakî, ji qaşo Serokê Meclîsa Efrînê Suleyman re di derbarê firotina zeytûnan de pirs pirsiyar kir, lê bersiva Suleyman wek mikurhatinê bû û got; “ Tirkiye tê, zeytûnan kom dike û ji dervayî welat re jî difroşe.”
Tê fêhmkirin ku çeteyên wan jî êdî ji talan û dizîtiyê bûne aciz.