Li bajarê Hewlêrê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan çalakiyek nerazîbunê hat lidarxistin. Di çalakiyê de bang li Neteweyên Yekbuyî û rêxistinên mafê mirovan hat kirin daku ji bo rakirina tecrîdê hewldanên cidî bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakî û nerazîbunên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan berdewam dikin. Bi vê boneyê îro bi pêşengiya xwendevanên zanîngeyê yên wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li ber derê nûnertiya Neteweyên Yekbuyî(NY) a li Hewlêrê, çalakiyek hat lidarxistin.
Xwendevanan li ber derê nûnertiya Neteweyên Yekbuyî a li Hewlêrê daxuyaniyek çapemeniyê dan. Daxuyanî ji aliyê Egîd Goran ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bang li Neteweyên Yekbuyî dikin daku ji bo tecrîda li ser Rêber Ocalan, hewldanên cidî bike. Pêwîste em ji rewşa Rêberê xwe Ocalan agahî bigrin û agahî werin belav kirin.”
Di dewama daxuyaniyê de bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên mafê mirovan hat kirin, daku li dijî tecrîda li ser Ocalan bêdeng nemênin. Herî dawî hat gotin ku divê hemû rêxistin zextê li dewleta Tirk bike, daku tecrîda li ser Ocalan were rakirin.