Di salvegera dagirkirina Efrînê de, ciwanên ku li Dêre Zorê derketin qadan ala Tirkan şewitandin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di salvegera 1. ya êrîşên Efrînê de yê ku ji aliyê Dewleta Tirk a faşîst ve hatibû dagirkirin, ciwanan, li Rojava û Bakurê Surî derketin qadan û çalakiya protestokirinê pêk anîn. Li Dêre Zorê, ciwan derketin qadan û dagirkirina Efrînê protesto kirin. Ciwan, helwestên xwe bi şewitandina Ala Tirkan re nîşan dan. Ciwan, gelek caran diruşmeyên “Bijî Berxwedana Efrînê“ û “Bijî Berxwedana Serdemê“ avêtin.