NAVENDA NÛÇEYAN
Wek navek Leyla, di Kurdan de cihekî teybet digre; ji ber ku navê Leyla, Symbola jinên berxwedêr e. Dema ku malbat ji keçên xwe re navek didin, riya wan jî diyar dikin. Ango navê berxwedayînê didin; ji ber ku jinên Kurd, bi tenê bi berxwedanê ve dikare heyîna xwe îspat bike. Li hemberî dewletê, bavê û zilamê dibin Leyla û berxwe didin.
LEYLA QASIM
“ Mirina min, wê bibe şiyarbûna bi hezaran Kurd “
Di sala 1952‘an de, li bajarê Başûrê Kurdistan Xaneqînê ji dayik dibe, lê di dema dibistana seretayî û navînê de wek malbat koçî dikin Bexdayê. Di salên 70‘iyan de, li Bexdayê dest bi xwendina zanîngehê dike û li vir YXKê ( Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê ) nas dike. Li ser mijarên wekheviya civakî, pirsgirêka jin û pirsgirêka Kurd disekine û piştre jî tevlî refên pêşmergeyan dibe.
Salên ku Qasim tevlî refên pêşmergeyan bibû, ji bo Kurdên Başûrê Kurdistanê salên zehmet û dijwar bûbû. Ji ber ku Rejîma Baasê êrîş dibir bi Kurdan û malbatên Kurd jî ji Bexdayê derdixist. Di salên ku artêşa Iraqê Qeladizê bombebaran dikir û di dîroka Kurdan de yek ji komkujiya herî mezin Helepçeyê pêk dianî de, Qasim, tevlî refên pêşmergeyan bû û bi berxwedana xwe ve, di dîroka Kurdan de bû sembolek.
Gotina dawî ya Leyla Qasimê ku ji aliyê Rejîma Baasê û Saddam Huseyînê ve hat darvekirin, li mêjiyên jinên Kurd wek sirûd hatiye rihoştin û nayê jêbirîn jî. Gotina Leyla Qasim ya dawî; “ Bi kuştinê hûn dikarin min tune bikin, lê belê laşê min wê bibe şiyarbûna bi hezaran Kurd“.
LEYLA XALID
Sûreta jinên Rojhilata Navînê ya berxwedêr; Leyla
Di sala 1944‘an de li Hayfayê ku di bin rêveberiya Îngîlîzan de bû, ji dayik bû. Di sala 1947‘an de dema ku Ereban, plansaziya dabeşkirinê ya YN (BM) qebûl nekirin, di navbera Ereb û Cihûyan de şer qewimîn. Malbata Xalid, di sala 1948‘an de bavê xwe paşde hiştin û çûn Lubnanê.
Di 15 saliya xwe de, tevlî Rêxistina Rizgariya Gel a Filîstînê (FKO) ku di salên 40‘an de ji aliyê George Habaş ve tê damezrandin, dibe. Piştre li Zanîngeha Amerîkan a Beyrûdê dest bi xwendina bijişkiyê dike. Piştî Şerên 6 Rojan (1967) Xalid, di nava FKOyê de, li Filîstînê xwe da nîşan.
Piştî bûyera “Îlona Reş“ yê ku di Îlona 1970‘an de nêzîkî bi mirina 8 hezar mirov ve bi encam bibû, Xalid, 3 ji van hemwextî ne tevlî çalakiya revandina 4 balafiran bû. Di salên 69 û 70‘an de jî bi tevlîbûna çalakiyên ku planên wan ji serekê FKOyê Wadî Haddad ve hatibû kirin re gelek balê kişand.
Di 29ê Tebaxa 1969‘an de, tevî endamê FKOyê Selîm, balafira TWA ya Amerîkayê daxist balafirgeha Şamê. Piştre balafir vala kirin, hemû rêwî û xebatkarên balafirê derxistin derve, balafir teqandin û xwe radestî rayedarên Şamê kirin. 45 rojan, li Surî di binçavkirinê de man û piştre jî di nava 31 girtiyên Filîstînî ku bi berdêla 2 pîlotên Îsraîlî hatibûn berdan de hatin serbestberdan.
Girtina wê ya duyemîn jî dîsa di 6ê Îlona 1970‘an de, bi revandina balafirekê re pêk tê ( li Almanyayê ji bo Filîstîniyan TWA û li Swîsreyê jî ji bo Filîstîniyan Swîssaîr ). Piştî balafir dadixînin Londrayê, Xalid tê girtin û di nava meheke de li ser bazariya balafirek din ê ku ji aliyê karkerekî Filîstînî ve hatibû revandin, di 1ê Cotmeha 1970‘an de tê berdan. Leyla Xalid, ji bo jinên Ereb bû sembolek girîng û di nava jinên Rojhilata Navînî ya berxwedêr jî cihê xwe girt.
LEYLAYA QANASVAN
”Belê fermandar ji ku dera te li texim, ji sîng an enî?”
Leylaya Qanasvan, di dema salên 90î de dagirkerên Tirk li Bakûrê Kurdistan bi dagirkeriya leşkerî gund dişewitandin, êşkence û zilma herî zêde dimeşandin, di Fakulteya Bijîjkî ya Stenbol beşa Nişdariya Mêjî pola dawî de xwendevan bû,zanîngeh berdide tevlî refên gerîla dibe. Çaxên cûr di fermandariyên sehayê yên cûda de peywir digre. Zêdetir bi çalakiyên wê ya qadên Şirnex – Mêrdîn û Dêrsîmê ve bûye tirsa fermadarên Tirk.
Jinek gerîlaya PKKî bi navê Leylaya Qanasvan, Fakulteya Bijîjkî ya Stenbol beşa Nişdariya Mêjiyê di pola dawî de berdide û tevlî PKKê dibe.
Him Leyla him jî gerîlayên din ferq dike ku Leyla nîşangirek pir baş e. Çekek qanas a menzîla wî 2000 mîtro didin Leyla, lê belê dema Leyla bi kar tîne ferq dike ku bêhn girtindayîna wê û lerizandinên wê çek asteng dike û dibêje ‘ji bo ev gel canê xwe bidime têr nake dûv re pêsîra xwe ya rast digre û êdî hemû hedefên xwe bê şeqizandin dikare lêxe.
Pisporiyek Leyla ya din jî, freqansên bêtêl dikaribû gelek baş bişkanda û bi teybetî jî fermandarên tirk ji xwe re dikir hedef. Leyla bi gelek hejmaran fermandarên Tirk kuştiye. Rojekê li Dêrsimê, di pevçûnekê de hevalek Leyla tê girtin û li firokê dikin û dibin. Leyla ji dûr ve firokê temaşe dike, dikeve bêtêlê û ji fermandarê Tirk re dibêje ,”Li min binêre fermandarê dagirker, hevala min zû berde an jî dawiya te wê xirab be.” Fermandarê dagirker navê Leyla bihîstî bû , dizane ku di derbekê de gelek serleşkeran kuştiye lê belê bi ewleya firokê gerîlaya jin ku dîl girtiye bi rewşa wê ya birîndar êşkence dike û dengê wê bi Leyla dide guhdarkirin û dûv re dest bi dijûnan dike.Leyla cara dawî ji fermanderê dagirker re dibêje hevala min berde. Fermandarê dagirker jî ” tu bisekne dor wê were te jî” dibêje û dijûnan dike. Di wê dorê de Leyla dibêje ”Belê fermandar ji ku dera te li texim, ji sîng an ji enî?” Fermandarê dagirker tinazê xwe dike û dibêje ” Heke tu yê lêxe ji eniya min lêxe.” Leyla bersiv dide ” dagirker hele ka serê xwe hinekî vegerîne aliyê rastê.” Dema fermandarê dagirker serê xwe vedigerîne ‘paaatttt’ bi derbekê ve ji eniyê tê lêxistin û ji firokê dikeve û dimire.
Leyla 18 Gelawêj 1999 de di pevçûnek kozik de jiyana xwe ji dest dide. Li dû xwe gelek serleşkerên mirî dihêle.
Sê Leyla ya şerwanên berxwedanê, Sê jin. Li her qadên ku jin tune dibînin têdikoşin, sê jinên şerê jiyîna viyana xwe dikin. Têkoşîna Leylayan bi vê rewşê wê bidome û jinên xwe ji nû ve biafrînin. Wê bi serhildanê were sitrandin bi berxwedanê bibin Leyla. Di navê wan de tiştek veşartî heye, bûyîna Leyla bi berxwedanê bersiva xwe dibîne.Leyla’yan wê berdewan bikin berxwedan û serhildanên wan jî wê bidome.
Wê Bidome…
NC/Faraşîn Sîdar