Jineke ciwan a Êzidî ya bi navê Îlham Dexîl a bi temenê (17) ku di 7’yê Tebaxa 2014’an de ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate rizgarkirin û bi alîkariya Mala Êzidiyan a Hesekê jî radestê malbata wê hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN-Jineke din a ciwan ya Êzidî ya bi navê Îlham Dexîl ya bi temenê 17 salî ku di 7’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hate rizgakirin. Jina ciwan a ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkrin, bi rêya Mala Êzidiyan a Hesekê radestê Rêveberiya TAJÊ hate kirin û TAJÊ jî radestê malbata wê ya li kampeke Herêma Kurdistanê dimîne kir.
Serpêhatiya biêş ya jina ciwan Îlham Dexîl
Dema çeteyên DAIŞ’ê Îlham û malbata wê direvînin, wan dibin bajarê Mûsilê. Ew hefteyekê li Mûsilê dimînin. Piştî wê çete wê ji malbata wê diqetînin û dibin Reqayê.
Piştî ku hefteyeke Îlhamê temam dibe, wê difiroşin. Îlham dibêje ji ber ku çeteyan ew wek “kafir” didîtin, difrotin û pê bazirganî dikirin. Îlham cara yekem ji aliyê çeteyê bi navê Ebû Osman El-Cizrawî ve tê kirîn. Piştre ew çete wê difiroşe çeteyê bi nave Ebû El-Qada El Cizrawî. Îlham dibêje, Ebû El Qada bi jineke ciwan a bi navê Fatma re zewicî bû, lê Ebû El-Qaqa Fatmayê difiroşe çeteyekî din. Piştî ku Ebû El-Qada Îlhamê dikire, navê wê dike Meryem û bi darê zorê dike misilman.
Îlham heya 3 salan bi Ebû El-Qaqa re zewicî dimîne. Di dirêjahiya van salan de Ebû El-Qaqa ji carekê zêdetir dizewice û rojane li Îlhamê dixe û bi qamçiyan “ceza” dike.
Îlham îşkenceya ku çete Ebû El-Qada lê kirî, wiha vegot: “Carekê min mal dimalişt. Ebû El-Qaqa gazî min kiribû, lê min dengê wî nebihîstibû. Hema hat û destê wî de şivek hebû. Her çend min jê re sond xwar ku min dengê wî nebihîstiye, lê li min xist, heta ku şiv li ser pişta min şikand. Ez çend rojan di nava nivînan de mam.”
Piştî ku pêngava rizgarkirina Reqayê dest pê dike, çete Îlhamê dibin bajarê Meyadînê. Îlham salek û nîv li wir dimîne. Ebû El-Qada di êrîşeke hewayî ya QSD’ê de tê kuştin.
Piştî kuştina Ebû El-Qaqa Îlham li gel hevjîna wî ya din dimîne. Vê carê jî birayê Ebû El-Qaqa, Basil ku ew jî çete bû, Îlhamê wek sebî dibe û gelek caran destdirêjiyê lê dike. Basil plana derketina ji bajêr dike, vê carê jî Îlhamê difiroşe çeteyekî bi navê Ebû Nede El-Şamî.
Çeteyên DAIŞ’ê bi hev re bi zimanê Tirkî diaxivin
Îlham got ku çeteyan zimanê wê, bi hinceta ku zimanê kurdî yê “kafiran” e, qedexe kiribû û wiha pê de çû: “Çeteyan bi hev re bi zimanê tirkî diaxivî. Sînorên Tirkiyê ji wan re vekirî bûn û çete hemû bi rêya sînorên Tirkiyê derbasî Sûriyê dibûn.”
Pêngava Bagera Cizîrê ew rizgar kir û ji nû ve vejand
Her ku çeteyan herêm winda kirin, ber bi Dêrazorê ve çûn. Çeteyan Îlham jî birin Dêrazorê. Piştî destpêkirina pêngava Bagera Cizîrê ya QSD’ê, hêzên QSD’ê Îlham û bi sedan sivîl rizgar kirin. Paşê Îlham radestî Mala Êzidî ya Hesekê kirin. Herî dawî Îlham spasiya şervanên QSD’ê kir û wiha got: “Wan ez ji kabûsa ku ez tê de dijiyam, xilas kirim.”
Kanala Rudawê jî îdîa kiribû ku Îlham Dexîl li Sûriyê ji aliyê yekîneyên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞ’ê ve hatiye rizgarkirin. Lê, jina ciwan derbarê dîl ketin û rizgarkirina xwede li Rojava ji ajansa ANHA’yê re û li Şengal jî ji ajansa me re axivî û behsa serpêhatiya xwe kir.