Çalakiya greva birçîbunê ya li Şengalê dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan di roja 16’an de ji aliyê YCÊ û YCJÊ ve hate dewir girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya greva birçîbûnê ya li Xanesorê ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 16’an de berdewam dike, îro çalakî ji aliyê Yekitiya Ciwanên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan yên Êzidî ve hate dewir girtin.
Herwiha piştgiriyên ji bo çalakiya greva birçîbunê jî berdewam dikin. Her roj bi dehan welatî û rêxistin serdana çalakvanan dikin û piştgiriya xwe tînin ziman. Herwiha çalakger govendê digerînin.
Çalakiya greva birçîbunê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan li Şengalê, ji 6’ê Çile ve li bajarokê Xanesorê a ser bi Şengalê destpê kiriye. Rojane çalakî ji aliyê ciwan, sazî û welatiyên Êzidî vê tê dewir girtin.