Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêmên Sîda, Karker û Çiyayêreş ê herêma Zapê barandin. HPG’ê ragihand ku ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên gerîlayan nehatiye.
NAVENDA NÛÇEYAN-Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Balafirên şer roja 19’ê Çileyê saet 14:45’an bombe li herêma Sîda ya herêma Zap, roja 20’ê Çileyê saet navbera 18:00-18:30’an jî herêma Karker û Çiyayêreş ya herêma Zapê barandin.
Di bombeberanê de ti zerar negihişt hêzên me.”