NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Leyla Guven ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di roja 75’an de ye.
Diyar bû her ku diçe tenduristiya Guven giran dibe. Îro nekarî hevdîtina heftane ya bi keça xwe Sabîha Temîzkan re pêk bîne.
KEÇA WÊ DAXUYANÎ DA
Sabîha Temîzkan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got;
“Dayika min îro cara yekem e hevdîtin bi min re nekir. ‘Bi xwesteka xwe nehate hevdîtinê’ li ser kartê îmze kiriye. Dayika min! Wijdan! Her çiqas xwestiye nekariye were hevdîtinê. Îro 75 roj e birçî ye! #LeylaGuveniYaşatalim Divê dayika min ne li girtîgehê li Meclîsê be.”
Annem bugün ilk kez benimle de görüşmeye çıkamadı. “Kendi isteğiyle görüşe çıkmadı” diye kağıt imzalatmışlar. Annem yahu! El insaf! Çok istediği halde çıkamamış olmalı. Bugün 75 gündür aç! #LeylaGüveniYaşatalım Annemin hapis değil Meclis’te olması gerekiyor. #LeylaGüveneSesVer pic.twitter.com/byjrnUhd2E
— sabiha temizkan (@sabihatemizkan) January 21, 2019