Yekîtiya Jinên Ciwan, Meclisa Jin a Minbicê û Meclisa Ciwanan bi dirûşmeya “Bi îradeya jinên ciwan em ê dagirkeriya Tirkiyê tine bikin” konê çalakiyê vedan.
MINBIC-Yekîtiya Jinên Ciwan, Meclisa Jin a Minbicê û Meclisa Ciwanan bi dirûşmeya “Bi îradeya jinên ciwan em ê dagirkeriya Tirkiyê tine bikin” konê çalakiyê vedan. Bi sedan şêniyên Minbic, endamên saziyan, komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokrtîk a Minbicê tev li konê çalakiyê bûn. Konê çalakiyê li kampa Rojhilat bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirerk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat vedan.
Di bin konê çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Bi pêşengiya jinên ciwan serî hildin”, “Bi rihê berxwedana rizgarkirina Minbicê û rihê jinên ciwan li dijî faşîzma Tirkiyê li ber xwe bide”, “Bese ji dagirkeriya Tirkiyê re” û “Bi rihê ciwanên şoreşger em ê li hember hemû dagirkrî û êrîşên terorîstan li tevahî Sûriyê bisekinin”, alên Meclisa Jinên Sûriyê ala Yektiya Jinên Ciwan, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hatin daleqandin.
Di bin konê çalakiyê de, ji rêveberên kampê Asiya Mihemed axivî û destnîşan kir ku ji bo nameyekê bidin tevahî cîhanê ku ew dagirkeriya Tirkiyê red dikin, kom bûne.
Her wiha bi navê Meclisa Jin a Minbicê Hala El-Hesen destnîşan kir ku ew dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka xwe qebûl nakin.
Di çalakiyê Hevseroka Meclisa Zagonsaz bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Sûzan Hisên axivî û teqez kir ku ew ê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî hemû destwerdanên Tirkiyê di xaka herêmê de bisekinin û ji bo parastina xaka xwe dê her tiştê giran buha feda bikin.
Paşê Hevseroka Komîteya Parastinê Leyla Mihemed destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker gelê herêmê parçe bike, hemû xêr û bêrên herêmê talan bike û komkjiyan pêk bîne.
Her wiha bi navê Yekitiya Jinên Ciwan, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Esmaa Mihemed û Selwa Bikul ve hatin kirin. Di axaftinan hat teqezkirin ku ew tu carî dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin û bang li civaka navdewletî kirin ku ji bê dengiya xwe derkevin û li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker tevbigerin.
Çalakî bi dirûşmeyê silavkirina berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate bidawîkirin.