Li gelek bajarên Swêdê Ciwanên Kurd di çalakiyê de bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gelek bajarên Swêdê Ciwanên Kurd li dijî tecrîdê û ji bo piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven pêşengiyê dike gelek çalaki li dar xistin.
Lund- Swêd
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Azad li bajarê Swêd’e Lund’ê çalakiyeke panqartê li dar xistin. Li ser rêya jorîn a navendê bi zimana Swêd’ê ‘’Tecrîdê bişkîne, Faşîzmê biruxîne, kurdistan azad bike’’ hate daliqandin.
Malmo
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Azad li bajarê Swêd Malmo’yê belavok hate belav kirin.
Gavle
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Gavleyê di çalakiya panqartê de li ser rêya jorîn a navendê bi zimana Swêd’ê ‘’Ji Ocalan re Azadî” hate daliqandin.
Soderhamn
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Soderhamn’ê di kolana herî tê bikaranîn de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya panqartê li dar xistin. Ciwanan di çalakiya xwe de hewayî fîşeng bikar anîn û banga hestiyariya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê kirin.