Nûnertiya PYD‘ê li herêma Başûrê Kurdistanê diyar kir ku hêzên Asayîşa Herêma Başûrê Kurdistanê çalakiyên ji bo piştgiriya Efrînê asteng dikin. PYD‘ê bang li gelê Kurd ku çalakiyên xwe ji bo piştgiriya Efrînê û şoreşa Rojava bidomînin.
NAVENDA NÛÇEYAN-Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya li Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Asayîşa herêma Başûrê Kurdistanê çalakiyên bi armanca piştgiriya Efrînê qedexe kirin û got biryara desthildariya herêma Başûr xizmeta siyasetên Tirkiyê dike û ji xeta Mam Celal dûr e.
Daxuyanî wiha ye;
Di merheleyeke dîrokî û girîng de ku pêwîste helwseta Kurdistanî ji bo rizgarkirina Efrînê bibe yek û di gel bêdengiyeke navdewletî de ji binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê wekî Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya Efrînê di salvegera êrîşên de me xwest çalakiyên sivîl, meş, semîner û pêşandana fîlman li ser berxwedana Efrînê û teşhîkirina binpêkirinên Tirkiyê yên kuştin, êşkencekirin, girtin, revandina sivîlan, talankirin, dizî, talankirina milên gel, guhertina demografîk, asîmîlekirin lidar bixin.
Lê beriya ku em dest bi çalakiyan bikin, em ji helwesta Asayîşa herêmê li Silmanî matmayî man ku çalakiyên bi vê munaxebetê qedexe kir, rexmî ku me ruxset ji aliyê têkildarî girtibû.
Em dibînin ku ev biryar wekî desteka ji kiryarên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê û heger ne jî bo razîkirinê be ji bo xizmeta siyaetên Tirkiyê ye. Helwesta ji aliyê hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê ve delîkê pejirandina bêdengiya ji gef û êrîşên Tirkiyê li ser heêrmê ne. Em teqez dikin ku ev biryar xizmeta yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê nake û ji nirx û xeta Mam Celal Talebanî dûr e.
Wekî Partiya Yekîtiya Demokratîk em rewşa herêma Kurdistanê di ber çavan re derbas dikin û têkiliyên xwe bi hemû hêz û partiyên Kurdistanê bi nirx dibînin, bi van têkiliyan Tirkiyê nikare zextê li ser van têkiliyan bike. Bi vê munasebetê em bang li gelê xwe yê herêma Başûrê Kurdistanê dikin piştgiriya xwe ji bo berxwedana Efrînê û şoreşa Rojava bidomînin, ji ber ku hêviya gelê me ye û dê gel bêdengiya qebûl neke û li hemberî hewldanên astengkirinê bixebite. Li ser vê yekê divê desthilatdariya herêmê û Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo razîkirina Tirkiyê tevgerê neke. Gelê me cewheta rasteqîn a pêkanîna azadî û demokrasiyê ye.”