NAVENDA NÛÇEYAN
“ Jinek mîlîtan, berdêla tabûrek azadiyê ye“.
Berxwedan, mîrata Leylayan e. Di tekoşîna jinê de, “ Jina Dildar“ e Leyla. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di derheqê jinan de diaxive û dibêje ;“ Jineke mîlîtan, berdêla tabûrek azadiyê ye“. Berxwedan û şehadetên Leylayan jî nîşanê me dide ku, berxwedana jineke mîlîtan dibe çîroka gelekî, dibe dîroka wê. Me berxwedana Leylayan, çûyîna Leylayan dît. Ne çûyîna wan qediya, ne jî berxwedana wan. Ên ku şopa Leylayan çûne, bûne dengê Leylayan û wê bibin jî. Leylayan ku wê bibin leşkera têkoşîna azadiya jinan û leşkera berxwedana wan ya bêdawî. Jinên ciwan, li hemberî jibîrkirina demê Leyla bidin jiyandin û Leylayên nû wê biwelidînin. Me berxwedana 6 Leylayan û jiyana wan kirin yek û Leylayek tenê derket holê; ew jî Leylaya Berxwedêr.
LEYLA ZANA
Leyla Zana, di 3ê Gulana 1961‘an de, li navçeya Amed Farqînê ji dayik dibe. Di 14 saliya xwe de, bi lawê zarokê malbatek mezin ya vê herêmê Mehdî Zana re dizewice. Di hilbijrtina giştî ya 1991’an de wek parlamentera SHPê ya Amedê tê hilbijartin. Heman salê, di merasîma sondxwarinê de, ji ber ku axaftina xwe bi Kurdî temam kir, li parlamentoyê, bi helwestek mezin re rû bi rû ma. Di 1994‘an de, ji ber ku li Amerîkayê axaftinek kiriye, ew, Orhan Dogan, Xetîp Dîcle, Ahmet Turk, Sirri Sakik û Mahmut Alinak hatin girtin. Di 8ê Hezîrana 20014‘an de hatin serbestberdan. Piştre, dîsa dest bi siyasetê dike û di heyama 24. de Parlamentera Amedê, di heyamên 25. û 26. de jî ya Agiriyê dibe. Di 1ê Mijdara 2015‘an de wek Parlamentera Agiriyê hate hilbijartin û dîsa di merasîma sondxwarinê de, ji ber ku dewsa “ Netewa Tirk “ gotiye “ Netewa Tirkiye “, sonda wê nehat pêjirandin. Niha jî li gundekî ya navçeya Amed Farqînê jiyana xwe didomîne.
LEYLA ŞAYLEMEZ
Piştî du lawên malbatê, wek zaroka sêyemîn hate dinê. Leyla Şaylemez, di taxek polîtîk de mezin dibe.Bavê wê ya endamê DEPê Cumalî Şaylemez, ji ber binçavkirin û êşkenceyan, di 1994’an de mecbûr dimîne û diçe Almanyayê. Li gor Dayika Şaylemez ;” Leyla, hê di wê wextê de jî xurt, xwediyê berpirsiyarî û têkoşer bû. Di wê heyamê de, mînak, qedexeyên ku li pêşiya keçan danîne qebûl nedikir, tiştê ku lawik dikirin, dikir û vê hişmendiya zilamparêz jî rexne dikir“.
Leyla, li Mersînê, dema ku biçe pola sêyemîn, di sala 1997‘an de, bi dayik û birayên xwe ve diçe cem bavê xwe yê li Halleyê ye.
Her tim lingekî wê li Komela Kurdan bû û Leyla, di 2004‘an de tevlî qûrsa folklorê dibe. Di heman demê de dest bi xebatên baskê ciwanan jî dike û berpirsiyariya Halleyê dibe. Di sala 2008‘an de giranï dide xebatên siyasî û dibe berdevka komîsyona jinan. Xwendekarek serkeftî ye û ji aliyekî jî amadehiya zanîngehê dike. Li wê demê, hê zêdetir dixwîne, nîqaşan dike û diponije. Û di dawiyê de, digihîje xeyala xwe û diçe qadên azad a ku Leyla digot “ armanca min a herî mezin“. Êdî ew Ronahî ye.
Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê vedigerînin Ewropayê û li Ewropayê jî karên xwe didomîne. Leyla, di 25 saliya xwe, di 9ê Çileya 2013‘an de bi tevî Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan hat qetilkirin.
Niha jî LEYLA GUVEN
Leyla Güven, di 6ê Gulana 1964’an de li Yapalı ya Cîhanbeylî ya girêdayî Konyayê ji dayik bû. Navê bavê wê Haci, navê dayîka wê jî Cevrîye ye. Leyla Guven dibistana navîn qedandiye. Leyla Guven bi endamtiya Saziya Rêveberiya Navendê ya HADEPê ve li Konyayê dest bi siyasetê kir. Serokatiya Şaxê Jinan a HADEPê ya Konyayê, Rêvebirîtîya Şaxê Jinan a Navenda HADEPê, Endamtiya Meclîsa Partiya DEHAPê, Serokatiya Şaxê Jinan a Edeneyê ya DEHAPê, Serokatiya Şaredariya Kuçuk Dikili ya Seyhana Edeneyê û Serokatiya Şaredariya Wêranşarê kir.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk(DTK) Leyla Guven, piştî parvekirinên xwe yên di derbarê dagirkirina arasteyî devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku ji hêla dagirkerên tirk ve pêk hatibû dagirtin, hat girtin. Sedema girtina Leyla Guven wekî “avakirin û birêvebirina rêxistinekê” hat destnîşankirin. Leyla Guven a ku niha di girtîgehê de ye û li hember tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan ketibû greva birçîbûnê û niha di roja 75. ya greva xwe de ye û rewşa wê ya tenduristî jî giran e.
Leylayên Herheyî
Her tim Leyla hebûne û dê her tim hebin. Dê bibin rûyê jinên Kurd ên berxwedêr. Yek ji wan navên herî rind ku li jinên Kurd tê Leyla ye. Leyla bû navê berxwedanê, berxwedanê jî li cem jinên kurd gewde girt. Serîhildan û jiyîn bû helwesta jinan a Leylayî. Li ber xwe dan û dê li ber xwe bidin peyrew û hemnavên Leylayan. Leyla Güven, bi baweriya Leylayan ku navê xwe ji wan stendiye, li ber xwe dide. Di pêvajoyeka wiha de a ku faşîzma tirk di lûtkeyê de ye, Leyla bi çalakiya xwe dengekî din jî li ser dengê berxwedana girtîgeha Amedê tomar dike. Leyla Güven, di pêvajoyeke ku sîyasetmedarên herî bijare jî xwe xistiyê bêdengiyê de, wekî jineke Kurd a siyasetmedara rewşen, li girtîgehê dibe deng. Leyla Güven a ku gel xwedî, li berxwedana wê ya ku li hember tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dabû destpêkirin, derketiye, giyanê; Sara, Kemal, Alî Çîçek û Xeyrîyan li zîndana Amedê dide jiyandin. Ji bo rojên ronak ên jinên Kurd dibe taverojkek din. Bêguman, jinên ciwan dê deng bidin berxwedana Leyla û bibin şopdarên wê. Dê wê taverojka ku ji Leyla wergirtine bigihînin hetahetayê û dê bi serkeftinê tacegulî bikin.