Ji 10 kesên di operasyonên qirkirina siyasî de li Erdîşê hatibûn destgîrkirin, 4 kes hatin girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN-Ji 10 kesên di operasyonên qirkirina siyasî de li Erdîşê hatibûn destgîrkirin, 4 kes hatin girtin. Polîsên Tirk 19’ê Çileyê li navçeya Erdîşê ya Wanê avêtibûn ser malan û 10 kes destgîr kiribûn. Îro danê sibê her 10 kesên hatin destgîrkirin derxistin edliyê. Piştî lêpirsîna dozgeriyê ya her 10 kesan, bi îdîaya, ‘Alîkarî û hewandinê’ sewkî dadgehê hatin kirin.
Dadgehê di derbarê Reşit Guler, Salih Guler, Yaşar Şengul û Şevket Koska de biryara girtinê da û şandin girtîgehê. Her 6 kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.