Piştê artêşa Tirk a dagirker li Kurdistan’ê ji hêzên gerillayên HPG û YJA-STAR’ê derbeyên giran xwarin ji aliyê rayederên dewletê û siyasiyan ve serdana nuqteyên lêşkeran tê kirin, qaşo ji leşkeran re moral tê dayîn.
Çalakiyên Gerillayên HPG û YJA-STAR’ê her roj ji artêşa Tirk a ku axa Kurdistanê dagirkiriye re derbên giran lêdixe didome. Ji ber çalakiyên gerillayan deruniya leşkeran xirab bûye rayederên dewleta Tirk diçin serdana leşkeran û qaşo moralê didin leşkeran.
Herî dawî Walîtiya dagirkeriyê ya Colamêrg’ê Îdrîs Akbiyik çû serdana Qerekola Alan, Tabura Aktutun û Girê Gedîk û Balkayalar a ku ji aliyê gerillayan ve 4 car hatiye ruxandin, kir.
Cihê ku 4 car hatiye ruxandin re walîtiya dagirkeriyê Akbiyik di axaftinê xwe de got ” di nav vê şertên zor û zehmet de sînorên me di destên ewle de ye.”