Jinên Ciwan yên Têkoşer serdana çalakvanên greva birçîbunê yên li Silêmaniyê kirin. Ciwanan gotin ku ewê heya dawiyê li dijî tecrîdê têkoşînê bikin.
SILÊMANİYE- Li Silêmaniyê greva birçîbûnê ya ku Komeleya Karkerên Mezopotamya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dirûşmeya,’Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û li gel Rêberê xwe azad bijîn’ dayî destpêkirin, berdewam dike. Îro Tevgera Jinên Ciwan yên Têkoşer serdana çalakvanan kirin.
Di serdanê de ciwanan daxuyaniyek çapemeniyê xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Bakurê Kurdistanê rojane kesên azadîxwaz tên girtin, lê li dijî vê jî em dibînin gelek berxwedêr heye. Daxuyanî wiha domkir: “Li zindanan berxwedanek bê hempa tê meşandin. Leyla Guven û hemû berxwedêr li dijî dagirkerî û tecrîdê dinava berxwedanê dene. Divê dema dawî de jî dewleta Tirk baregehên xwe li Başûrê Kurdistanê zêde kiriye. Di wan baregehan de dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.”
Ciwanan di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku dewleta Tirk naxwaze Kurd li Rojavayê Kurdistanê azad bijîn. Ji bo vê ji serê şoreşê ve êrîş dike û dixwaze destkeftiyên Kurdan têk bibe. Herwiha hat gotin ku dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê re êrîşê Kurdê azad û welatparêzan kir. Bi wê pêngavê re dest bi talan kirinê kir.”
Herî dawî wiha hat gotin: “Dewleta Tirk bi giran kirina tecrîda li ser Rêber Apo, dixwaze Kurd Rêber Apo ji bîr bikin. Lê emê weke Jinên Ciwan yên Têkoşer, li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin. Emê bi têkoşînê tecrîdê bişkênin û Kurdistanê azad bikin.”