Jinên ciwan ên li kampa Erîşayê got, dagirkeriya Tirkiyê pêşketinên li herêmê dike hedef û bi bahaniyên ne di cih de hewl dide herêmê dagir bike.
HESEKÊ-Jinên ciwan ên li kampa Erîşayê got, dagirkeriya Tirkiyê pêşketinên li herêmê dike hedef û bi bahaniyên ne di cih de hewl dide herêmê dagir bike. Buroya Jinên Ciwan a girêdayê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li kampa Erîşayê daxuyanî da û gefên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinên ciwan ên kampê ji aliyê rêvebera Buroya Jinên Ciwan Mariya ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin, hate gotin ku Tirkiyê hewl dide careke din herêmê wêran bike mîna kiryarên ku beriya sed salan kiribû,
Mariya teqez kir ku koçberên Kampa Erîşe gef û êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê sûriyê napejirînin û anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê bi bahaniyên ne rast hewl dide serkeftinên li herêmê hatin bidestxistin têk bibe û herêmê dagir bike.
Daxuyanî di dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bû.