Ciwanên Amed’ê li navçeya Rezan’ê li dijî polêsên dagirker 2 çalakî li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanên Amed’ê li navçeya Rezan’ê li dijî polêsên dagirker 2 çalakî li dar xistin. Ciwanan bi daxuyaniyekî çalakiyên xwe ragihandin.
Li gor daxuyaniyê;
Di 21 Çileyê de di seatên 22:00 a şevê de li taxa 5 Nîsan’ê ya navçeya Amed Rezan’ê li dijî wesayîta ranger a bi zirxî ya polêsên dagirker çalakiyeke fîşengê hewayî hate li darxistin.
Di 22 Çileyê de Li navçeya Amed Rezan’ê di seatên 21:00 de li dijî polêsên dagirker a ku li ber dibistana Huriyet’ê cih bibûn çalakiya bi fîşenga hewayî hate li dar xistin.
Çalakiyên ku pêk hatine, hate ragihandin ku yekineya Rêber Andok ve ji bo Şehîd Berçem Amed û ji bo şehîdên hatine kirin.