Bajarê Kurdistanê yê bi çand û hûnerê tê zanîn û “axa azad de” cih digire Silêmaniyê de ji bo şermezarkirina kuştina 3 jinê Kurd ên şoreşger li Parîsê hatin kuştin çalakî hebû, polîsê YNK’ê destûr neda û êrîşê çalakiyê kiribû. Li bajarê Silêmaniyê danîşana belgefîlma Sakîne Cansizê hatibû qedexe kirin. Destûr nedabûn ku kes pirtûk û wêneyê Sakîne Cansizê belav bike û li ser xwe bigerîne. Polîsê YNK’ê êrîşê jinên ku qetlîama Parîsê şermezardikir kirin û dehan jin girtibû û tundî li wan kiribû. Li derdora Silêmamiyê zerdestiyê li welatparêza dikin û dibêjin ” Bi PKK’ê re têkilî daneynin.”
Me dizanibû YNK’ê bi hênceta peyama KNK’ê şandiye komcivîna tevayî zordestî li Tevgera Azadî kiribû û hin buroyê wê girtibûn lê bi rastî me nizanîbû wê vî karî bigihîne asta êrîşa Sakîne Cansiz’ê. Dîsa me dizanibû rêveberiya YNK’ê hin hevdîtin û peyman bi AKP-MHP’ê re çêkiriyê lê me nizanibû wê bigihînin asta neyartiya Sakîne Cansiz’ê û hevaltiya kuştarkerê Parîs’ê.
Sakîne Cansiz a ku Rêveberên YNK’ê ewqas neyartiyê lê dikin kê ye?
Ji axa kevnar a Kurdistanê Dêrsîmê hatiye dinê. Keça Kurd a li şopa Besê û Zarîfê’de meşiyaye û bi asta damezranêr beşdarî tevgera azadiya Kurdistanê ya nûjen PKK’ê bûye. jineke egîd û şoreşger e li hember pergala faşîst a 12 İlonê bi Kawa’yê Hemdem Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Ferhat Kurtay, û Mehmet Hayrî Durmuş ve li zindana Amed’ê bi berxedana qehremanî pergala mêtinger û nîjadkujer bi bin xistin. Gerîla bû piştî ku ji zindanê derket li Botanê û Bêhdînanê li hember artêşa Tirk a dagirker bi qehremanî şer kir. Kadroyek ku li Ewropa û Rûsyayê her awayî xebat kir. Rêveberek ku KNK jî tê de li her asta Tevgera Azadiya Kurdistanê de peywir girtî. Şervaneke azadiyê bû bi têkoşîna xwe ve tevgera azadiya jinê afirand. Sakîne Cansiz têkoşer û berxwedêr şoreşgerek û welatparêzek e. Rûmet û şanaziya ciwanên Kurd, Jinên Kurd û gelê Kurd e. Pêşeng, sembol û rihê berxwedana azadiya Kurd e. Lewma ê ku xwedî Sakîne Cansizê dernekeve, bi Sakîne Cansizê serbilind nebe nikare bibe Kurd. Kurdîtiya wan guman jê diçe. Tenê dikarin bibin bazirgan ên kû Kurdîtiya xwe bazar dikin.
Yên ku neyariyê Sakîne Cansizê dikin vê ji berdêla çi de dikin? Ew bi xwe eşkere dibêjin tev ji bo balafirgeha Silêmanî bo Tirkiyê vebe vê dikin. Pêwistiya wan bi wî pereyê ku li wir qezenc kin heye. Tirkiye zordestiyê li wan dike!
Lê ew dewleta Tirk a ku behs dikin ji xwe bi rihê xwe, hestên xwe, hişmendiya xwe û polîtîkayên xwe neyarê gelê Kurd e. Komkujerê Kurd e. Heya destê wan bighêje kîjan Kurdî zordestiyê lê dike, êrîş dike û dikuje. Ev dewleta TC hê ji doh Cizîr, Sur, Nisêbîn, Gever, Şirnex şewitand û hilşand. Salek berê êrîşê Efrîn’ê kir û saleke li Efrîn’ê nijadkujeriyê dike. Her roj êrîşî rojava dike gefa dike, bi teyarê xwe Maxmur û Şingalê xist, 24 saetî serîde Qendîl hemû çiyayê Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Ev Tayyîp Erdogan û AKP ku dibêje pejirandina statüya Başûrê Kurdistanê xeletî bû çawa fersend bê dîtin pêwiste wê statuyê ji holê were rakirin. Dema Iraq’ê êrîşê Kerkuk’ê kir herî pêşiyê û herî zêde Tirkiyê alîkarî da Iraq’ê. Tirkmena bi rêxistin dike û ji bo dagirkeriya Başûr amadekariyê dike.
Yê ku van tişta dike, vê hişmendî û siyasetê de AKP-MHP’a faşîst re hevaltî dibe? Ji bo hinek pere dewletê bistînin Sakîne Cansiz û hevalên wê re neyartî tê kirin? Ên ku van tişta dikin welatparêziya wan ê neyê nîqaşkirin? Em çi bibêjin, xuyaye ku pereparêziyê dikin nasnama wan jî, welatparêziya wan jî namine. Ew ji bo hinek pere û berjewendiyê kesayetî hemû nirxên xwe derbixin bazarê. Pêşniyariya me ji kesê wiha, bila peykerê Hesinkar Kawa ji kuçeyên Silêmaniyê bînin xwarê û peykerê Alpaslan Turkeş li pêşiya malê xwe danîn. Ji bo vê siyaseta dimeşînin ev rewa ye.
Kirinên Rêveberiya YNK’ê de tiştekî ku were pejirandin û tu aliyekî diyax bide tune ye. Pêwîste ku hemû welatparêzên Kurd li hember vê helwestê bisekinin. Em bawerdikin di serî de gelê Silêmaniyê û hemû welatparêzên li hember vê helwestê derkevin û dersê bide yê ku bazirganiya Kurdîtiyê dikin. Di vê pêvajoya dîrokî de derfetê Başûrê Kurdistanê û bi berxwedana Rojava bikin yek, alikariyê bidin berxwedana rûmet û azadiyê ya bi pêşengiya Besê û Leyla Qasim’a hemdem Leyla Guven’ê û têkoşîna azadiya Kurd de serkeftinê dest bixin.
Atakan Çetîn
Çavkanî: Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê