Çalakiya greva birçîbûnê yê bêdem û bêdorveger a Leyla Guven li dijî tecrîdê ket roja xwe ya 77’an. Ji çalakvanên greva birçîbûnê her diçin zêde dibe, her wiha pişgiriyên ku tê dayîn jî zêde dibe.
BERLÎN- Li bajarê Almanya Berlîn’ê Jinên Ciwan ên Azad bi çlakiyekê bêdengiyê piştgiriya xwe ji Leyla guven re diyar kirin. 3 Jinên Ciwan di qada Alaxendraplatz bi wêneyên Leyla Guven demek dirêj bêdeng sekînin. Her wiha piştê çalakîyê Jinên Ciwan daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de hate gotin xwesteka çalakvanan xwesteka meye, em bang li hemû ciwanan Kurd û enternasyonalan dikin ku xwedî li çalakvanên greva birçîbûnê derkevin.