Li bajarê Almanya Bielefeld’ê ji aliyê aktîvîstên JXK ve panelekî bi mijara “Ji îmrali heya Rojava- Berxwedana Zindanan û Jiyana Utopîk” hate li dar xistin. Parêzera Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mahmut Şakar tevli komcivînê bû.
BIELEFELD – Yekitiya Jinên Xwendekarên Kurdistan (JXK) li Zaningeha Bielefeld a Almanya panel li dar xist. Ji panel bi serekeya “Ji îmrali heya Rojava- Berxwedana Zindanan û Jiyana Utopîk” re parêzera Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mahmut Şakar tevli bû. Komcivîna ku roja duşemê hate li dar xistin de axaftin ji bo Enternasyolana bi zimana Almanî hate wergerandin. Gelek enternasyonal û xwendekarên Kurd tev li komcivînê bûn.
Di panelê de parêzer Mahmut Şakar diyar kir ku berxwedana ku Leyla Guven daye destpêkirin bûye sedema serhildanekî nawneteweyî. Her wiha Şakar behsa dîroka Kurdistanê, behsa ji bo gel Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê çi wateyê û polîtikayên zexta dewleta Tirk li ser Gelê Kurd bi berfirehî kir. Di runiştina duyemîn de jî behsa berxwedana Gelê Kurd a ku civak dibe Şoreşê kir.
Şakar axaftinê xwe bi nirxandina pêvajoya şoreşê yê ku çar perçe Kurdistan di tê de ye ve dawî kir.