Lucks’a ku berê li Tirkiye’yê rastê girtin û nêzikatiyên xirab hatibû di derheqa çûyina Tirkiye de nirxandinan kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Lucks’a ku berê li Tirkiye’yê rastê girtin û nêzikatiyên xirab hatibû di derheqa çûyina Tirkiye de nirxandinan kir. Lucks got ku; “Dema ez li Stenbol’ê peya bûm min tiştê ku berê sond xwaribû ku nekim kir. Ji ber ku di meha Puşbera 2016 de dema li Stenbol’ê hatim girtin min soz dabû ku carekî din neyêm li vê welatê. Lê niha dîsa jî hatim Tirkiye.”
Tiştê ku ez jiyam min nû ve hîskir
Lucks, got ku ji bo tevli bûna Kongreya Partiya Kesk a Tirkiye ez hatim Enqere û di wir de bi parlemantera HDP a Amed’ê Dersîm Dag re hevdîtinek kiriye û di derheqa pêvajoya ku tê jiyîn de danûstandina agahiyan kirine.
Lucks bibîr xist ku Dag parlamentera herî ciwan a meclîsa Tirkiye’ye û van tiştan got; “Dema Dersîm dag tiştên ku tê jiyîn behs kir ez pir ji dil hîskirim.” Her wiha Lucks behsa zextên Tirkiye kir û êrîşên li ser ciwanan anî ziman.
Em ne tenê bi giritiyên Alman re eleqeder bibin
Lucks behsa polîtikayên zextê ya li ser heremên Kurd kir û got; “Li hember bûyerên ku tê jiyîn ji xeynî têkoşîneke hevpar tu rê tuneye.”