Walîtiya Amedê bi boneya greva birçîbûnê yên li girtîgehan derbasî merhaleyek xeternak bûye û daxwaza civakî zêde dibe têkildarî girtîgehan civîna “ewlehiyê” li dar xist.
AMED – Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a 77 roj in didome derbasî asteke krîtîk bûye. Li rex vê rewşê jî Walîtiya Amedê civînek balkêş li dar xist.
Piştî çalakiyên li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku Guven lê tê girtin pêk hatin, Walîtiya Amedê civîna Kordînasyona Ewlehiya Saziyên Înfazê ya Ceza li dar xist.
DI TWÎTTERÊ DE PARVE KIRIN
Di malpera webê ya Walîtiya Amedê de cih nedan vê civînê. Lê bes walîtiyê di hesabê twîtterê de li dar xistina civînê bi wêneyan ragihand û got bi serokatiya Walîyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu bi beşdariya rayedarên paye bilind ên saziyên bajêr civîn pêk hatiye.