Korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de ku di dema êrîşên DAIŞ’ê de ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatibû vekirin, careke din ji aliyê rayedarên Iraqê ve hate girtin. Tevî ku rayedar soz dabûn gel ku wê derî vekirî bimîne jî, soza xwe pêk neanîn û wê sibe gelên Şengalê careke din li ber korîdorê çalakiya nobetê bidin destpêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN-Di 15’ê Kanûna 2018’an de korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê de ji aliyê rayedarên Iraqê ve hatibû girtin. Li ser israra gelê Şengalê û çalakiya nobetê ya li ber derî rayedarên Iraqê bi awayeke fiîlî derî vekiribûn û soz dabûn gel ku vekirî bimîne. Lê rayedarên Iraqê soza ku dabûn gel pêkenanîn û careke din korîdorê li ser gelê Şengalê de girt.
Li hember ev helwesta rayedarên Iraqê sazî û gelên Şengalê biryar dan ku sibe careke din li ber korîdorê çalakiya xwe ya protestokirina biryarê bidin destpêkirin û çadira nobetê vedin.
15’ê Kanûnê ne tenê gelê Êzidî gelê Ereb û pêkhateyên din yên Şengalê jî nerazîbûn nîşana biryarê dabûn û tevlî çalakiyan bûbûn. Li gorî agahiyên ku bidest me ketiye gelê Şengalê heya helwesta hikûmeta Iraqê ya derbarê korîdorê de zelal nebe, wê çalakiya xwe ya nobetê bidomînin.
Rêya di navbera Dihok û Şengalê ku dibin kontrola hêzên PDK’ê de ye ji 15’ê Kanûnê ve hatibe vekirin jî, gelê Şengalê nikare di vê rêyê re bazirganiyê bike û pêwîstiyê xwe pêk bînin. Heya niha tenê ji aliyê Rojavayê Kurdistanê dikarin pêwîstiyên xwe pêkbînin.