Meşa meşaleyî ku ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku bi xwesteka tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were rakirin 77 roje di çalakiya greva birçîbûnê yê bêdem û bêdorveger de ye ji aliyê polêsan ve hate astengkirin.
AMED- Meşa ku li navçeya Amed Rezan’ê ji aliyê Rêxistina Navçeya Rezan a HDP ve bihata li darxistin ji aliyê polêsên dagirker ve hate asteng kirin.
Koma ku Parlamenterên HDP’ê Musa Farisogullari, Dersîm Dag û Semra Guzel jî di tê de bû xwestin bimeşin ber bi girtigeha tîpa E ya Amed’ê û pişgirî bidin Leyla Guven, lê ji aliyê polêsan ve hate asteng kirin. Gelek wesayÎtên zirxî û TOMA ber avahiya HDP disekine.