NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, balafirên şer ên artêşa Tirka dagirker îro saetên danê nîvroyê Reşawa ya girêdayî herêma Dihok a Başûrê Kurdistanê bomberdûman kiriye.
Hate ragihandin di bomberdûmana bi qasî 3 saetan dom kir de, sivîl hatine qetilkirin. Li gor agahiyên destpêkê di encama êrîşê de 2 sivîlan jiyana xwe jidest dane û 3 sivîlên din jî birîndar bûne.