Dewleta Tirk a dagirker, ji dîroka xwe yê berî vir ve, bi dekûdolabên qirêj re di hilbijartinên qaşo “ demokratîk “ de, kiryarên xwe yên “Antî-demokratîk“ dixe dewrê û hilbijartinan ku mafekî xwezayî ye, vala derdixe û bê encam dihêle. Hilbijartina 31ê Adarê nêzîk dibe û desthilatdariya AKP/MHP a zordest, bi riyên “Antî-demokratîk“ dixwaze ser bikeve.
NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker, ji dîroka xwe yê berî vir ve, bi dekûdolabên qirêj re di hilbijartinên qaşo “ demokratîk “ de, kiryarên xwe yên “Antî-demokratîk“ dixe dewrê û hilbijartinan ku mafekî xwezayî ye, vala derdixe û bê encam dihêle. Hilbijartina 31ê Adarê nêzîk dibe û desthilatdariya AKP/MHP a zordest, bi riyên “Antî-demokratîk“ dixwaze ser bikeve.
Bi vejîna têkoşîna azadiyê ve, TC a faşîst, ji bo ku pêşiya Tevgera Azadiyê bigre “Pergala Qorîcîtiyê“ ava kir û pê re li Bakurê Kurdistanê gelek qetilkirin û komkujî pêk anî. Ev birêxistinbûna paramîlîterên hevkar, gelek bi ciyawaziyên pozîtîf ve hatine arastin û di heyamên hilbijartinê de jî bi fermana dewleta dagirker dikevin dewrê û li ser hemwelatiyan zordestî pêk tînin. Ev saziya sixûran, bi teybetî di heyamên hilbijartinê de derdikevin holê û gelek qetlîaman pêk anîn. Me, mînakên van di hilbijartinên borî de dîtin. Di hilbijartina 24ê Hezîrana 2018‘an de, bi hezaran sendok bar kirin gundên qorîciyan û bi vî awayî xwestin hemwelatiyan di bin zextê de bigrin. Li gundên navçeya Amed Pasûrê, destûr nedan ku peywirdarên sendokan ên HDPê jî bikevin gundan.
Dîsa di 12ê Mijdarê de li navçeya Amed Bismîlê, Omer Îldenîz ê ku birayê Serokê Navçeya Bismîlê ya AKPê Cengîz Îldenîz e û bi çek êrîşê avahiya HDPê ya Bismîlê kiribû, 4 roj ji bûyerê şûnde hatibû serbestberdan. Di hilbijartina 2017’an de jî, hema hema li her bajarên Bakurê Kurdistanê, dewsa peywirdarên sendokan qorîcî bi cih kirin û ji dengavêtina hemwelatiyan re asteng bûn. Li navçeya Agirî Gîhadînê jî, di referandûma 2017‘an de, qorîcî bi maşîneyan pêşiya HDPiyan birîn û bi mirinê re gef lê xwarin.
Îro jî hilbijartinên herêmî nêzîk dibe û AKP jî bi birêxistinbûna vê paramîlîterên hevkar re li pey lîstokên qirêj in. Namzetê AKPê ya navçeya Wan Şaxê; Abdurrahman Şeylan. Ev kes, serqorîcî ye. Abdurrahman Şeylan xwediyê 5 hezar û 600 qorîcî ne û bi salan piyoniyê Dewleta Tirk a faşîst dike. Li Şaxê ku namzetê wir e, dixwaze dengên hevkaran li vir bar bike û bi vî awayî jî ser bikeve.
Her çiqas medyaya şerê teybet qala wê neke jî, divê hemwelatiyên Bakurê Kurdistanê, li hemberî van hevkaran baldar bibe. Desthilatdariya AKP/MHP a faşîst, ji ber ku polîtîqayên wan xitimîne dîsa weke berî dest bi dekûdolabên qirêj dike. Ji vê polîtîqayên qirêj re niha bi “hilbijêrên xeyalî“ ve dest pê kiriye. Lê belê di rojên pêş de bêguman e ku vê paramîlîterên hevkar jî bixin dewrê.
Jixwe AKP a faşîst nîşana vê dide. Abdurrahman Şeylan ê ku me li jor qala wî kir, mînaka vê ya herî vekirî ye.