Piştî dagirkirin û gefxwarinên dewleta faşîst a tirk û serçeteyê wan Erdogan li Minbîcê hêrsa gel mezintir bû.
MINBÎC– Ji 2017an vir ve komûna enternasyonalîst li Rojava di nav gel daxebatan dimeşîne. Mîran Cudî yê ji komûna enternasyonalîst, bi destpêkirina projeya Rojnivîskên Berxwedana Şoreşê, ji bo danasîna mebesta piştgirîkirina şoreşê, ji şoreşê hînbûn û ekolojî, azadîya jinê û demokrasîya radîkal, bi bergeheka nûjen behsa şoreşê dike.
TEHDÎDÊN FAŞÎZAN JI PROJEYA “MAKE ROJAVA GREEN AGAIN” RA DIBIN ASTENG
Xebatên ekolojîk ên komûna enternasyonalîst bi projeya ‘Make Rojava Green Again’(Rojava jinûve şîn bike) merheleyeka girîng bi dest xistîye. Lê bi tehdîdên rejîma Erdogan zemîna xebatên ekolojîk ji holê hatin rakirin, xebat hatin sekinandin. Komûna enternasyonalîst a ku êdî nikare xebatên xwe yên ekolojîk berdewam bike, li hember tehdîdên faşîzan ên Erdogan Rojnivîskên Berxwedanê yên Şoreşê bi jîn kirin.
BEŞA WÊ YA EWIL LI MINBÎCÊ HATIYE KIŞANDIN
Di beşa ewil ya Rojnivîskên Berxwedanê da rewşa dawîn a Minbîcê, bertekên gel yên ku li hember dagirkirinê dane nîşandan û nêrînên gel hatine veguhaztin. Piştî dagirkirin û gefxwarinên dewleta faşîst a tirk û serçeteyê wan Erdogan li Minbîcê hêrsa gel mezintir bû. Mîran Cudî, di beşa ewil a Rojnivîskên Berxwedanê da, çalakîyên gel yên ku li hember van gefxwarinan pêkanîbûn şopandiye, tehdîdên arasteyî şoreşê û krîzên sîyasî şîrove dike.