Di jiyanê de tişta herî xweş û bi wate ji bîr nekirina hevaltiyê û hezkirinên xwedan wate ye. Her kêliyên ku em jiyan dikin, heta hinavên xwe hêza jiyana watedar hîs dikin bi vî awayî em dikarin bi girêdanbûneke xurt ji bo wê ked bidin û serbixin. Di wargehên azad de naskirina rêhevalên bi nirx ya tekoşîna azadiyê cîhê rûmetê ye. Her gavên ku werin avêtin de hezkirin, bawerî û hêza serkeftinê heye. Çiyayên bilind de weke ku zivistana sar bi germahiya dilên evîndaran re dibe wargehên herî bedew ya gerdûnê. Weke ku tevahiya bedewiyan di hemêza xwe de kom dike û em jî dibin mêvanê deşt, newal, navser û xaka pîroz. Em hesret û aşiqê azadiyê ne ji ber vê rêyên dirêj li pêşiya me ne. Carna di nava berfên sipî de bi rojan dimeşin, carna jî di nava gûje gûja baranê de dilopên baranê di rukeniya rêhevalan de wateyeke herî mezin diafrîne, ev afrîneriya xwezayê ye ji ber vê jê hez dikim. Her mirovekî ku min silav dayê di dilê min de tovên jiyana nû afirandiye.
Bi Qasî Xweşik e Ewqasî Jî Bi Nirx e “Heval”
Agirê azadiyê ya ku bi çalakiya rêheval Zîlan re geş bû weke ku roj bi roj di dilê min de geştir dibe ji ber ku ez bi PKK’ê re ji nûve digihîjim hebûna xwe. Serokatî dibêje; “Hezkirin ked dixwaze” divê herî zêde em vê yekê bijîn ji ber ku em di nava têkoşîna azadiyê de hewl didin bibin evîndar. Baweriya jiyanê ronahiya Rojê ye ji bona vê me berê xwe da wargehên azad û armanca me ewe ku dijmin çiqasî êrîş bike jî bibin parezvanên gelê xwe.
Bi rêgez û pîvanên jina azad re jiyan kirin wê teqez me bigihîne azadiyê û emê sitranên azadiyê li navserên çiyayan de vebêjin. Dîrok xewn û xeyalên berxwedêran binîvsîne û ewê ti carî neyên ji bîr kirin. Yê ku mirovan mezin dike, pêşêrojan zelal dike bêguman serpêhatiyên azadiyê ên ku bi hêrsa tolhildanê ve hatine nivîsandin e. Dilên ku weke wolkanan mezin dibin li deşt û çiyayên welatê me dîlanên bêmiriniyê digrin, bi ramanên Rêber Apo re weke kulîlkên bi xeml li her deverê welatê me vedibin, bêhna xwe digihîjînin asîmanan. Weke ku bi dengê tilîliyan re mîzginiya azadiyê tê dayîn.
Fikrên xweşik mirovên xweşik ava dike. Yê ku Zîlan û Rojyaran xweşik kir bêguman fikir û ramanên Rêber Apo bû. Bi ramanên Rêbertî re bi hezaran kes dibin şopdarên azadiyê. Agirekî geş dibe, ev agirê di dilê gerîlayan de ye, agirê tolhildanê ye û ewê pira heqîqetê ava bike. Bi doza Rojhat, Dilêr, Rojyar, Arjîn û Devrîman re dilên wêrek şa dibin û dikevin nava çalakiyê. Dem dema çalakiyê ye.
Her gotinekî ji dil de tê kirin dibe pênaseya têkoşîna we. Niha li xakên pîroz berxwedaniyeke mezin heye wê şervanên heqîqetê dagirkeriyê bi erdê re bikin yek û bi erkên serdemê re cewhera civakî carek din bi pêşengtiya jin re bi dest bixin. Li her derê cîhanê şerekî mezin heye û ev şer bi hişmendiya zilamên serdest re roj bi roj tê mezin kirin, zarokên ku hêja di pêçekan de ne tên armanc kirin lê jiyan di dil û cewhera jinan de digihîje rastî û wateyên xwe. Jin dibe jiyan, jin dibe hebûneke nû ya civakî.
Bi bedewiya meha Avrêlê re dawî de em gihîştin qada Cîlo yê. Li Oremarê berf heliya bû lê belê, hêja li navserê Cîlo yê berf neheliya bû û weke rûpiştekî pala xwe dabû çiyayên Oremarê. Her çar demsal bi hevre tê jiyan kirin. Ev xweşikbûneke wiha ye ku mirov nikare dev jê berdê ji xwe qet nafikirim ku bê van çiyayên bedew jiyan bikim. Niha em li deriyê Mele Emîn in. Li vê derê jî heval Hêlîn Murad pêşwaziyê me kir. Bi rastî piştî zivistanekî dîtina heval Helîn moral û kêyfxweşiyeke mezin dide min ji ber ku heval Helîn ji her hêlê ve hevaltiyeke mezin dimeşîne û her tim alîkar dibe. Îro jî rojbûna Rêbertî heman demê de rojbûna tevahiya gelê Kurd, mirovahiyê ye. Îro û tevahiya rojên bi Serokatî re sedema biratî û jiyan kirinê ye. Niha li vê derê civîna rêveberî û nîqaşên bi hevalan re heye ji ber vê em bi şens in ji ber ku gelek hevalên ku me ji zû ve nedîtibû îro me hev dît û bi hesretekî mezin me hev hemêz kir, rojên berê parve kir.
Armanca min jî di nava YPS’ê de bi awayeke çalak cîh girtin e ji bona vê çi ji destê min bê ezê bêguman bikim da ku bikarim tola hevalên şehîd rakim, di rêya wan hevalan de ala azadiyê ber bi asîman ve bilind bikim. Rêhevalên weke Rojyar, Rojhat û Nuda di rêya berxwedanê de xwedan hêviyên jiyana azad bûn ji bona hevaltiya rast bi şehîdan re bijîm ezê heta dawî weke wan jiyan bikim û têkoşîna xwe berdewam bikim. Bi êş, xweşikbûn, xemgînî, kêyfxweşî û ji her aliyan ve jiyanê hez dikim, ji çiya hez dikim û ez girêdayî hevaltiya xwe me. Weke ku rêheval Kemal Pîr jî dibêje: “Em bi qasî ku di oxira wê de şehîd bikevin ji jiyanê hez dikin” ezê her tim vê yekê ji bona xwe bikim bingeha jiyanê. Her timî ji bona eşqekî civakî hewl bidim û şerê wê bidim…
Şehîd Delîla Kobanê