NAVENDA NÛÇEYAN
Ger mirov ji dîroka zindanên Tirkiye berdewam bike wê demê em dikarin bêjin ku dîroka zindana Tirkiye bi tenê serê xwe ji bo Şoreşgeran hatiye zêde kirin û girankirin. Berê ku Tevgera Azadiyê derkeve di zindanên Tirkiye de helbet îşkence û berxwedan qet nesekînî. Dewra darbeyan, bûyerên ku derketine, îşkence û darvekirinên Şoreşgeran ji aliyê dewleta Tirk ve hêj di mêjiyên me de zindî ne. Ji xwe dewleta dagirker tu car destur nade ku em wan rojên tarî jibîr bikin. Her roj bi zêdekirina van îşkenceyan, bi rêbazên cuda cuda ev roj di zihnê me de, hestên me de, axaftinên me de zindî tê girtin. Kesek ku zext û zulmên di komkujiya Ermenan, Kurdan û Asuriyan dîtibe, wê bigota ji vî zêdetir tişt nabe. Ji vê xirabtir îşkence nabe. An jî kesek ku ji darvekirinên şoreşgerên çepê Tirkiye yên ji nifşa 68’an şahîd bibe wê bigota ji vî xirabtir zindan nîne, îşkence nîne, zulm nîne…Lê ne wisa bû! Piştê wî darbeya 12 Îlona 1980’an bihata û ew îşkenceyên Zindana Amed’ê hatine kirin û ew berxwedana ku hatiye nişandan wê biketa dîrokê. Zindana Amed’ê ji bo dîroka zindanan şikandineke mezin e. Di heman demê de ji neyarên mirovatî re jî şikandinek mezin bû. Rastbû her cure îşkence dihat kirin, kirinên ku kes di jiyana xwe de çi dîtîbû û çi jî bihîstibû dihat jiyîn. Lê vîn, berxwedan û helwesta ku li dijî vê zilmê dihat nişandan jî derbeyek mezin li dewleta Tirk re û di heman demê de ji hegemonên ku zindan afirandibûn re lê dixist. Mantiqa zindanan diyar bû, yê ku tewanbar bû cihê wî/ê zindan bû. Bi salan wisa hatibû pênasekirin. Lê Berxwedana Zindana Amed’ê nişan dabû ku zindan di rastî de ne cihê yê ku tewanan kiriye were terbiye kirin e. Zindan cihê êdî tenê ji bo şikandina îradeya mirovên şoreşger dihat dîtin. Ji xwe zindanên ku piştî wî vebûn hemû jî bi vê armancê hat ava kirin. Her ku cureyeke zindanan derdiket, li gor avakirina zindanan rêbazên radestgirtinê jî diguheriya. Tenê kirin, ji hev du qutkirin, hevdîtinan qedexe an jî kêm kirin, cureya şerên psîkolojîk bi van cureyên zindanan ve pêşket. Rast bû berxwedana şoreşgeran di gelek tiştan de destkeftiyên mezin destxistibû. Vinekî mezin ku nayê şikandin jî derxistibû holê. Lê dewleta Tirk tu carî ji polîtikayên xwe yên radesgirtinê dest berneda.
Faşîzma herî tund jî bi Zindana Îmraliyê ve destpêkir. Piştî ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi qomployeke girtin û xistin Zindana Îmraliyê polîtikayeke nû dan destpêkirin. Di asta herî jor de şerê psikolojik meşandin û tecrîd. Rêberê Gelan gelek caran di parastina xwe de aniye ziman ku Zindana Îmralî bi taybet ji bo radestgiritna Rêberê Gelan û tesfiyeya Tevgera Azadiyê hatiye avakirin. Her tim bi gefên kuştinê an jî bi nûçeyên spekulatîf, li ser Rêberê Gelan de şerê psikolojik meşandin. Li ser navê wî axaftin hatin kirin. Bi rêya rojnameya Aydinlik xwestin ku îtîbarê wî bişkînin. Di çavên gel de xwestin biçûk bixin. Dem bi dem bi nêzikatiyên tundiya fîzîkî (wek avêtina erdê, bi zorê por jêkirin hwd.) xwestin Rêbertî gav paş ve biavêje. Bi rêyên cur bi cur yê ku mirov nikare di vê nivîsê hemûyan bîne ziman şerê psîkolojîk meşandin. Lê îşkenceya herî giran Tecrîd bû. Tecrîda Giran! Tecrîd di nav tecrîdê de! Rêberê Gelekî ku bi her aliyê ve xwe kiribû vîna milyonan ev dibe bîst sal bû di nav hucreyekî takakesî de dihat girtin. Ji tu kesî re îşkenceyek wisa nehatibû. Di dîrokê de tu zindan bi zindana Îmraliyê re nedibû yek. Di nav giravekî tenê hiştîn têrî nedikir, gelek caran cezayê hucreyê dihat birîn. Jixwe di nav hucreyekî de bû, lê ji bo dev ji vê Tevger û dozê berde di nav hucreyê de jî davêtin hucreyê. Gelek caran bi tecrîtên demdirêj bi derve re têkiliyê wî dihat qut kirin. Demek dirêj TV, rojname tunebû, pênus, pirtuk û qaxîz bi hejmarê didan. Dewleta ku di zindanên Amed’ê de bi rêbazên îşkenceyên fîzîkî dixwest encam bigire û şoreşgeran radest bigire. Lê dewleta Tirk di pêvajoya berxwedana Zindanê Amed’ê de û di berxwedanên pêy wî hate nişandan de jî dîtibû ku êdî şoreşgeran nikare tenê bi rêya îşkenceya fîzîkî radest bigire. Ji ber vê jî piştî sala 1999 êdî polîtikayeke nû xistin dewreyê Tecrîd an jî mirov dikare bêje ku di şexsê Rêber Apo de tecrîd zêdetirî belavê zindanan û Gelê Kurd kirin. Çi gavê ku dewleta Tirk teng bû tecrîd rakir, çi gavê ku xwest şer bide destpêkirin di destpêkê de ji tecrîdkirina Rêber Apo dest bi şer kir. Mirov vê ya di 20 sala derbasbûyî de dikare zelal bibine. Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan piştê şerê ku 2015’an de destpêkirin girantir bû. Hate wê astê ku êdî ji jiyana Rêber Apo guman hate kirin. Her çiqas bi hevdîtinên demkurt du car birayê Rêberê Gelan, Mehmet Ocalan hevdîtin kiribe jî, her du caran jî derket holê ku dewlet bi leyîstokên xwe xwest vîna berxwedana gel a ku li dijî tecrîdkirina Rêber Apo nîşandaye bişkîne.
Li dijî van nêzikatiyên derveyî mirovî li Îmrali’yê berxwedana Rêber Apo nehat şikinandin. Li dijî tecrîdkirina 20 salan berxwedanek bêhempa hate nişandan. Rêber Apo bi berxwedanê xwe peyama ‘Hûn nikarin di şexsê min de gelekî radest bigrin’ da.
Vaye çalakiya greva birçîbûnê yê bêdem û bêdorveger a Leyla Guven a ku 78 roje berdewam dike jî bersiva girtina vê peyamê ye. Leyla Guven bi çalakiya xwe erka rêhevaltiyê, erkê pêşengen xwe re xwedî derketinê lêyîstiye. Leyla Guven bi vîjdanê xwe ya ku bi salana di têkoşîna gelê Kurd re pêşengtî, nunertî kiriye derket rê û wek Çar’an, wek Mazlum’an, Kemal Pîr û Xeyrî’yan ji dewleta dagirker re peyama hun nikarin me radest bigrin, hûn nikarin vîna gelan di zindanan de rehîn bigrin da. Di heman demê ji gelan re, ji ciwanan re, ji jinan re hişyariya ‘ Heya Rêber APO azad nebe ne gengaz e ku gel azad be’ daye. Leyla Guven bi çalakiyê xwe got, yê ku sucdare ne Şoreşgerên dewlet bixwe ye. Ger zindanên we ji bo sucdaran be, wisaye yê ku di nav van dîwaran de bibe ne Rêberên Gelanin, kujerên gelan in, hûnin.
Leyla Guven bi vijdanê xwe destbi berxwedana greva birçîbûyinê kir û ev berxwedana bibiryar îro mezin bûye. Dilopek ji behrê bû, lê bi rola derdora berxwedanê de civak komkirinê ev dilop xwe herikand bi sedan kesan. Mirov dikare bêje ku çalakiya Leyla Guven ji niha ve serkeftinê mîsoger kiriye. Gelê Kurd bi mîtinga Amed’ê ve vê nişan daye. Gel bibiryare ku îro jî sibê jî wê berxwe bide û pêy Leyla’yan biçe. Çalakiya Leyla Guven hêviya serkeftinê bilind kir. Pêvîste wek ciwan, jin, kedkar, bindest, xwendekar, karker di derdora vê çalakiyê de hêj zêdetir kom bibin û hêviya ku Leyla Guven bû çîruska wê, em bigihêjînin serkeftinê.
Rê û vebijêrkên cureya çalakiyan gelekin, bêyî ku direng bibe pêwîste ne tenê bi greva birçîbûnê em wek kesên derve, ciwanên di kolanan de, di zaningehan de, di kargehan de li her cihê, bi cure cure çalakiyan ve xwedî vê daxwazê derkevin da ku hesreta salan xilas be. Hêvi ji nû ve şîn bû, niha pêwîstî derbasa çalakbûnên radîqal heye. Bi vîna Leyla’yan pêwîste em tecrîdê jî, zindana ku ji me re kirine welat di serê wan de hilweşînin.
Dawî Bû.
Hamza Munzur