Li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, girtiyan name û kartên ji bo sersalê ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re şandibûn. Lê îdareya girtîgehê bi hinceta “ji aliyê girtîgehê ve nehatiye qebûlkirin” name û kart îade kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Girtigeha Îmralî ev 20 sale didome. Di pêşengiya Hevserokê KCD’ê Leyla Guven de çalakiyên greva birçîbûnê li dijî tecrîdê her diçe belav dibe.
Li Îmrali’yê hevdîtina malbat, parêzer û telefonê di fîlliyatê de qedexe ye. Ruxmê xwesteka rakirina polîtikayên tecrîdê tê kirin, pêkanînên nû li Îmralî xistin meriyetê.
Li Îmraliyê dewleta dagirker destur nedida ku name ji derve re were şandin, êdî ji derve namae hatinê jî qedexe kirin.
Li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, girtiyan name û kartên ji bo sersalê ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re şandibûn. Lê îdareya girtîgehê bi hinceta “ji aliyê girtîgehê ve nehatiye qebûlkirin” name û kart îade kirin.
Li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, girtiyan name û bi boneya sersalê jî kart ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re şandibûn, lê belê îdareya girtîgehê bêyî hinceta name û kart îade kirin. Li ser nameyên hatin îadekirin ev tişt hatiye nivîsandin: “Ji aliyê girtîgehê ve nehat qebûlkirin.”