Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Fûrkan Kayacan, di civîna Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Sancaktepe de diyar kir ku daxwazên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a rakirina tecrîdkirina Ocalan, daxwaza ciwanan e.
STENBOL – Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Sancaktepe ya Stenbolê bi şahiyekê sazkirina xwe îlan kir. Şahiya ciwanan li avahiya HDP’ê ya Sancaktepe pêk hat. Di şahiyê de Dengbej Sebri Agirî stran gotin. Gelek welatî û ciwan tev lişahiyê bûn. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Sancaktepeyê Furkan Kayacan, bal kişand ser tecrîda Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê û wiha got: “Têkoşîna me ya li dijî rêvberiya dijdemokratîk berdewam dike. Li Zindana Amedê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 78 rojin di greva birçîbûnê de ye. Guven di çalakiya bêdawî û bêdorveger de ye. Em bang li hemû ciwanan û gelê xwe dikin ku dakevin kolanan û dengê xwe ji bo daxwazên Leyla Guven bilind bikin. Em dixwazin her kes dengê xwe tev li dengê Guven bikin.”
Kayacan, bang li ciwanan kir û xwest li dijî polîtîkayên înkar, îmha, bişaftin û perçekirne dengê xwe bilind bikin û daxwazên Leyla Guven û daxwazên wan yek in. Kayacan, bang li her kesî kir ku têkoşînê bilind bikin.
Şahî bi stranên dengbêjan bi dawî bû.