Di komkujiya şevê din a li Dêrelokê ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve pêk hatî de 4 welatî şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN- Şevê din balafirên Tirk a dagirker Geliyê Reşave yê bajaroka Dêrelokê ya Amêdiyê ya ser bi Dihokê bombebaran kirin. Li gorî agahiyên herî dawî bi dest ketine, di encama komkujiyê de 4 welatî şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Şehîd werin oxir kirin.
Navên sivîlên şehîd bûne wiha ne, Azad Şahîn, Azad Mecîd Seyfo, Rêdar Mihemed Tahîr û Wahîd Ebdulqadir.
Wê îro du şehîd werin oxirkirin, cenazeyên du şehîdên din hîn li cihê bombebaranê mane.