Yekîtiya Jinên Ciwan bi durişmeya”Em qiyametê rakin û serkeftinê misoger bikin”li Bakurê Suriyê û Rojava çalakiyek dane destpê kirin, çalakiya ji bo ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re name bişînin.
DÊRİK-Yekîtiya Jinên Ciwan bi durişmeya”Em qiyametê rakin û serkeftinê misoger bikin”li Bakurê Suriyê û Rojava çalakiyek dane destpê kirin, çalakiya ji bo ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re name bişînin.
Ev çalakî wê 3’ê rojan berdewam bike, ji 23’ê mehê destpê kir heta 25’ê mehê wê bi dawî bibe, îro li bajarê Dêrikê jî bi pêşengtiya Jinên Ciwan stand hatibû dayin ji bo ku her kes ji Rêberê gelan Abdullah Ocalan re name bişînin.
Leyla Hemko di derbarê çalakiyê de wiha anî ziman; “Em wek jinên ciwan bi riya vê standê me xwest ku dengê xwe û dengê gelê xwe bigîhîne Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
Mihemed Cûdî jî bal kişand li ser rol û misyona ciwana û wiha got: “Em wek Ciwanên Şoreşger heta ku ev tecrîd li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan heye em ê çalakiyê xwe mezintir bikin, em êrîşên dagirkeriya Tirkiyê şermezar dikin û bi vê name me wek Ciwanên Şoreşger xwest ku em denge xwe bighînin Rêber APO. Bangewaziya me ji bo hemû ciwanên Kurdistanê ewe ku werin tevlî vê çalakiyê bibin û ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re name bişînin.”
Çalakiya Yekîtiya Jinên Ciwan heya 25’ê mehê wê berdewam be.