ŞIRNEX – Operasyona eskerî ya duh li herêma Cudî û Besta yên Şirnexê hatibû destpêkirin didome.
Li Çiyayê Cudî û herêma Besta ya Şirnexê duh operasyona eskerî hatibû destpêkirin. Hat zanîn ku operasyon bi desteka hewayî pêk tê didome. Li aliyê din tevgera eskerî ya li ser rêya Qilebanê balê dide ser xwe.