Çalakiya greva birçîbunê ya li Şengalê dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan di roja 19’an de dewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya greva birçîbûnê ya li Xanesorê ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 19’an de berdewam dike. Çalakiya ku duh ji aliyê endamên Çand û hunera Şengalê û hunermendên Êzidî ve hatî dewir girtin, dewam dike.
Herwiha piştgiriyên ji bo çalakiya greva birçîbunê jî berdewam dikin. Her roj bi dehan welatî û rêxistin serdana çalakvanan dikin û piştgiriya xwe tînin ziman.
Çalakiya greva birçîbunê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan li Şengalê, ji 6’ê Çile ve li bajarokê Xanesorê a ser bi Şengalê destpê kiriye. Rojane çalakî ji aliyê ciwan, sazî û welatiyên Êzidî vê tê dewir girtin.