Faris Herbû bang li hikûmeta Iraqê kir ku demildest daxwazên civaka Êzidî pêk bîne û wiha destnîşan kir;”Heta daxwazên me pêk neyên, emê çalakiya Xwe dewam bikin,. Ji aliyê artêşa Iraqê ve zext û gef li welatiyên Şengal û der dora wê hate kirin ku tevlî çalakiyê nebin.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Di 15’ê Kanûna 2018’an de korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê de ji aliyê rayedarên Iraqê ve hatibû girtin. Li ser israra gelê Şengalê û çalakiya nobetê ya li ber derî rayedarên Iraqê bi awayeke fiîlî derî vekiribûn û soz dabûn gel ku vekirî bimîne. Lê rayedarên Iraqê soza ku dabûn gel pêkenanîn û careke din korîdorê li ser gelê Şengalê de girt.
Ji bo ku careke din korîdora mirovî ya navbera Şengalê û Rojava were vekirin îro gel li ber derî li hev kom bûn û konê nobetê vedan û helwesta hikûmeta Iraqê şermezar kirin. Bi seden kes beşdarî çalakiyê bûn.
‘Girtina derî ximzeta civaka Êzidî nake’
Piştî kon vedanê komîtey nûnertiya girseyê dikir ji bo hevdîtinê bi rêveberên deriyê sînor re bikin daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Faris Herbû ve hate dayin Faris Herbû got:”Wek tê zanîn ev 4 sal in gelê me hemû pêdiviyên we yên mirovî bi vê rê pêk dianîn. Niha hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Mûsilê ambargo danîne li ser Şengalê. Niha Şengal di dorpêça aborî de ye. Heta niha ti projeyên hikûmeta Iraqê li Şengalê nîne. Divê demê de girtina derî ti ximzeta civaka Êzidî nake. Em weke civaka Êzidî baweriya me nayê di Mûsila ku DAIŞ’ê xwe têde bi rêxistin kiriye re hatin û çûnê bikin.”
‘Heta daxwaza me pêk neyê wê çalakî bidome’
Faris Herbû bang li hikûmeta Iraqê kir ku demildest daxwazên civaka Êzidî pêk bîne û wiha destnîşan kir;”Heta daxwazên me pêk neyên, emê çalakiya Xwe dewam bikin,. Ji aliyê artêşa Iraqê ve zext û gef li welatiyên Şengal û der dora wê hate kirin ku tevlî çalakiyê nebin.”