Bi vîdeoyekê Ciwanên Tevgera Goran û Yekîtî Lawan silavên xwe ji bo Ciwanên Rojhilata Navîn şand û diyar kirin ku ew ê bi bawerî û bi hêviyên mezin tevlî 2. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN- 2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn wê di 20’ê Sibata 2019’an li Bakurê Sûriyê bi tevlîbûna gelek rêxistin, partî û tevgerên ciwanan pêk were. Ev Konferansa ku ew ê 4 rojan bidome ji milê Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn tê rêvebirin. Ev Înîsiyatîf ji gelek netew, ol, rêxistin, partî û saziyên ciwanên pêk tê.
Bi vîdeoyekê Ciwanên Tevgera Goran silavên xwe ji bo Ciwanên Rojhilata Navîn şand û diyar kirin ku ew ê bi bawerî û bi hêviyên mezin tevlî 2. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bibin. Endamên Tevgera Goran diyar kir ku, ciwan dikarin bi hewldanên xwe bandor li ser rêxistinbuyîna civakê bike û hemû cihî birêxistin bikin.
Her wiha endamên Tevgera Goran bang li hemû ciwanên Rojhilata Navîn û ciwan, rêxistin û partiyên siyasî yên her hêlên Kurdistanê kir ku bi girseyî beşdarî konferansê bibin.
Yekîti Lewan (Yekîtiya Demokratîk ya Ciwanên Rojhilatê Kurdistan) jî bi daxuyaniekê ragihand ku ew ê li dijî polîtîkayên darvekirin, komkujî, pişaftin û dagirkeriyê tevlî 2. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bibin.