Berxwedana Kobanê a ku bi şewqa Arîn Mîrkan bû ronahiya tevahî gelê cîhanê, berxwedana Kobanê bû yek ji berxwedanên ku muhra xwe li dîrokê dane û cîroka sedsalan ji bo her kurdekî.
NAVENDA NÛÇEYAN – Berxwedana Kobanê, bû berxwedana kurdan a li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker ku êrîşî Kobanê kiribû. Pêla êrîşên DAIŞ’ê a bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker ya ji 15’ê îlona 2014’an û pê de dest pê kir. Piştî ku şoreşa Rojava bû û pêşket û pê de, êrîş li Rojavayê Kurdistanê ne sekinîn. Piştî ku şoreş bû, weke planeke şerê bi kurdan re DAIŞ pêşxistin. Li gorî vê planê, wê DAIŞ’a ku bi navê olê hatî birêxistinkirin, wê derbeyek mezin li giştî civaka kurd bixista û wê şoreşa Rojavayê jî têkbiriba.
Ji bo vê yekê DAIŞ bêyi ku rastî berxwedaneke were li Mûsilê bicihkirin û piştre şandina bi serê herêmên Başûrê Kurdistanê ên weke Şengalê û hwd de. Li Şengalê bi hezaran kurdên êzidî ji ber kurdbûn û êzîdîbûnê hatine qatilkirin. Bi sed hezaran jî, koçkirin ji Şengalê li herêmên din ên Başûrê Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê belava bûn. Piştre hêzên HPG, YJA STAR û YPG/YPJ’ê bi hevdû re li dijî DAIŞ’ê şer kirin û DAIŞ ji pirraniya herêmên Başûrê Kurdistanê hat derxistin.
Piştre DAIŞ’ê bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker, hêzên xwe veguhaztina li Rojavayê Kurdistanê û Kobanê ji xwe re kirine hedef û bidest êrîşên li wê derê kirin. Pêla êrîşan a li Kobanê, ya herî mezin û piştî jî ji 15’ê îlona 2014’an û pê de dest pêkir. Piştî ku êrîşên DAIŞ’ê li Kobanê dest pê kirin, li hemû parçeyên Kurdistanê ên Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakur hemû Kurd ji bo Kobanê rabûn Serhildanê. Kurdên ku derveyî welat ên li welatên Ewropayê jî hemû daketin qadan êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê DAIŞ’ê li ser Kobanê şermezarkirin û dest bi çalakiyan kirin.
38 roj berxwedana Kobanê
Berxwedana Kobanê, di roja xwe ya 38’an domiya. Kurdan heta wê rojê ji gelek deveran çeteyên DAIŞ’ê şikandin û dan derxistin, têkçûnên mezin xwarin. Lê bi demê re çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê derbeyên mezin xwarin. Pişt re Serhildanên gelê kurd li cîhanê zêdetir bû, êdî berxwedana Kobanê a dengvedana Kurdistanê bû cihê dîroka berxwedana Kurdistanê.
Berxwedana Kobanê a li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bû deng û rengê Kurdistanê ku her Kurdek bi hezarên salan di xewn û xeyalan de bûn îro bi dengê Viyan Peyman, tekoşîna Gelhat Gabar û şewqa Arîn Mîrkan ji wan xewn û xeyalan şiyar bûn û dest bi serhildanên xwe yên li dijî dijminê mirovahiyê dewleta dagirker a Tirk kirin. Dewleta dagirker a Tirk berî hezar salan tirsa wê ya sereke bû ku Kurd ji xewn û xeyalên xwe rabin serpiyan, bi berxwedana Kobanê tirşen dewleta Tirk a dagirker zêde dibû ji ber vê yekê êrîşên xwe li ser gele Bakur û Kobanê zêdetir dikir. Li encam negirt û berxwedana Kobanê bû mînaka berxwedena nûjen ji cîhanê re.
Polîtîkaya Ewropayê di derbarê berxwedana Kobanê de
Polîtîkaya welatên Ewropî di derbarê Kobanê de di temenê bêdengiyekê de li berçav bû. Lê piştre dema ku Kurd bi tevahî rabûna serpiyan û xwepêşandin kirin, êdî hin bi hin wê bandor kir. Piştre hin bi hin di keviya rojnemeyan de bi gotaran bahse Kobanê hat kirin. Parlamane Ewropa di rojên 35 û hwd de bi Rojava Kobanê re diciviya û biryarên di temenê alîkariyê de girt. Berî wê jî, rayadarên Ewropî ên ku daxuyaniyên erênî didan dibûn. Piştre ew zêdebûn. Bi wê re jî, êdî Kobanê li Ewropa giştî rûnişt.
Dewleta Tirk a dagirker xwest Kobanê bin bikeve
Polîtîkaya dewleta Tirk a dagirker di derbarê Kobanê de di temenê xistina Kobanê de bû. Erdogan, weke serokkomarê Tirk, derdiket ber çapamemiyê û digot ku “Kobanê ket.” Dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan alîkarî dida DAIŞ’ê. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker li dijî statûya Kurdan bû û li Rojava Kurdan statûya xwe pêşxistibû. Sê kantonên xwe birêvebirinê avakiribûn. Tirkan dixwest ku wan waran ji holê rakin. Ji bo vê yekê, hem alîkarî dida DAIŞ’ê û hem jî ne dihişt ku Kurd alîkariyê bidine xwe bixwe. Kurdên ku Bakurê Kurdistanê ji bo alîkarî û piştgiriyê li herêmên sînor ên weke Pirsûsê civîyabûn, her tim rastî êrîşên polîs û leşkerên dagirkeriya Tirk dihatin. Kurd dixwest ji bo Kobanê korîdorek wele lê bele dewleta Tirk a dagirker ne dihişt ku koridora mirovahiyê were vekirin.
NC/Nûda ELEFTERİYA