Tevgera Gencanî Welatparêzên Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Ciwanan diyarkirin ku êrîş û şehîd xistina welatiyan, sedemê bilind kirina têkoşîna wan ya hemberî dijmine.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Gencanî Welatparêzên Kurdistanê di derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk dixwaze zêdetir li Kurdistanê û bi taybet Başûrê Kurdistanê, dagirkeriya xwe berfireh bike û gelê Kurd têk bibe.
Daxûyanî wiha domkir: “Dewleta Tirk herî dawî duh bi şev êrîşê welatiyên sivîl yên Başûrê Kurdistanê kir. Di encamê de 2 ciwan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Bivê êrîşê dixwaze gelê me bitirsîne û dagirkeriya xwe bide pejirandin.
Em weke Gencanî Welatparêz, hemû êrîşên dagirker yên dewleta Tirk şermezar dikin. Şehîdbûna welatiyan kîn û têkoşîna me li hemberî dijmin zêdetir dike. Em bang li hemû gelê berxwedêr yê Başûrê Kurdistanê, bi taybet ciwan û hemû aliyên siyasî dikin daku hemberî êrîşan bêdeng nemênin û helwestê nîşan bidin.”