Li du bajarên Ewrûpa ji aliyê ciwanan ve çalakî hate li dar xistin. Ciwanan di daxuyaniya xwe de gotin ku wê ciwan heya tecrîd rabe wê di nav çalakiyan de bin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bertekên ciwanan û piştgiriya ji Leyla Guven re didome. Li du bajarên Ewrûpa ji aliyê ciwanan ve çalakî hate li dar xistin.
Marsilya
Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de li bajarê Fransa Marsilya’yê meşek hate li dar xistin. Gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de ji bo piştgiriyê dirûşm hate berz kirin.
Monchengladbach
Li ser bangawaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad duh êvarê li Mönchengladbach’ê gelek welatî jî di tê de ciwanan kom bûn. Ciwanan bi çalakiyê xwe bal kişandin li ser çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û çalakvanên Strasbourg’ê û banga serî hildanê kirin. Ciwanan di çalkiyê de daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku; “Pêwîste em xwedî li çalakvanên greva birçîbûnê derkevin. Êdî roj ne li malê runiştine. Roj roja bloka faşizmê hilweşandinê ye.”
Ciwanan di dawiya daxuyaniya xwe de gotin ku wê ciwan heya tecrîd rabe wê di nav çalakiyan de bin.