Li Îtalyayê, bi şaredariyeke nû re, 10 şahredariyan heta niha welatîbûna rûmetê daye Rêberê Gelan Abdullah Ocalan. Şaredariya Tufara ya li wilayeta Campobasso jî welatîbûna rûmetê da Rêberê Gelan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di miracaeta li şaredariya Turfara kirî de îşaret bi girîngiya xebatên Ocalan ê ji bo aştî, demokrasî û edaletê yên li rojhilata Navîn hat kirin. Di metnê de wekî din hat bibîrxistin ku Ocalan li Îmraliya ku texcrîd li ser wî tê ferzkirin, ji bo aştiyê têdikoşe.
Şaredar Donato Pozzuto bi xwe di qiseya xwe ya alîgirê welatîbûna rûmetê ya Ocalan de îşaret bi girîngiya wê yekê kir ku ji bo dawîanîna tecîrdkirina Ocalan divê rêxistinên navneteweyî bi erkên xwe rabin. Wî got, ji bo xebata Ocalan a ji bo demokrasî, aştî û edaletê li Rojhilata Navîn wan Welatîbûna Rûmetê daye wî.
Şaredar Pozzuto got, “Heger Napolî jî di navê de gelek şaredarî li dijî şert û mercên neinsanî yîn Ocalan tê de tê ragirtin, dişixulin, ji bo me jî bivênevê ye ku em sembolîk be jî Ocalan bikin welatiyê xwe.”
Li Îtalyayê wekî din Ocalan welatiyê rûmetê yê şaredariyên Campobasso, Castelbottaccio, Palermo, Napoli, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano û Pinerolo ye.