Li navçeyên Qoser û Dêrikê keyayên qeyûm tayînî şûna wan hatibûn kirin jî di nav de 10 kesên di serdegirtina malan de binçav kiribûn hatin berdan.
MÊRDÎN – Li navçeyên Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê di 22’ê çile de 4 keyayên qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin jî di nav de 10 kes di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Hat diyar kirin ku der barê keyayan de îdaya “îxbarê” heye hatin binçavkirin. 4 keya jî di nav 10 kesan derxistin edliyeyê.
10 kes bi daxwaza şertê kontrola edlî ya dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê bêyî hewcehî bi şertê kontrola edlî bê dîtin hatin berdan.