Fîlma ’14’ê Tîrmehê’ ku behsa êşkenceya Girtîgeha Nimro 5 a Amedê dike û berxwedana li zindanê vedibêje “14’ê Tirmeh” li ser Youtube û Ciwan Tv hate weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Fîlma ’14’ê Tîrmehê’ ku behsa êşkenceya Girtîgeha Nimro 5 a Amedê dike û berxwedana li zindanê vedibêje “14 Tirmeh” li ser Youtube û Ciwan Tv hate weşandin.
Berxwedana Mezin a Zindanê ku yek ji damezirînerê PKK’ê û Endamê Komîteya Navendî Mezlûm Dogan dabû destpêkirin, 17’ê Gulanê bi çalakiya qehremaniyê ya Çaran domandibû û bi çalakia Rojiya Mirinê ya Mezina 14’ê Tîrmehê gihaştibû qonaxa serfiraziyê.
Filma 14’ê Tirmehê ku behsa îşkenceyên li dijî pêşengên PKK’ê dike û berxwedana Şoreşgeran tîne ziman gelek caran tevli festîvalan bû gelek ji gelek xelatiyan re layiq hate dîtin. Fîlma ku di cihê ku hate temaşakirin gelek hatibû ecibandin.
Ji xebatên Filma Berxwedana 14’ê Tirmehê di sala 2014’an de hate destpêkirin û 2015’an dest bi kişandina fîlmê hate kirin.