Li paytexta Yewnanîstan Atîna’yê ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan protesto bikin û piştgirî bidin çalakiya Leyla Guven bi şiyara ”Tecrîdê bişkîne, Faşîzmê biruxîne, Kurdistan azad bike” ve meşekî meşaleyî hate li dar xistin.
ATÎNA-Meş di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Komên Çepgir ên Tirkiye û Komên Anarşist ên Yewnan ve pêk hat. Çalakî ji Academîa’yê destpê kir. Gelek ciwan bi alÊn PKK û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve tev li çalakî bûn. Ciwanan di çalakiyê de çalakiya Leyla Guven silav kirin û dirûşmên “Leyla Guven Rumeta me ye”, Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Bijî Piştgiriya Şoreşgerî” berz kirin.
Her wiha ciwanan di çalakiyê de belavokên agahiyê belav kirin û banga xwedî derketina çalakiyên greva birçîbûnê kirin. Meş li ber Konsulxaneya Tirkiye dawî bû .Di vir de li ser navê Tevgera Ciwanê Şoreşger daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de ciwanan got ku; “Em wek ciwan heya dawî piştgirî bidin çalakiyan. Heya tecrîd were şikandin em ê berxwe bidin. Me soza azadkirina Rêber Apo re daye. Em li her derê bi ciwanên Komên Çepgirên Tirkiye ve piştgirî bidin hev û em ê berxwe bidin û serbikevin. Em soz didin sala 2019’an em ê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”
Di dawiya meşê de ciwanan bi dirûşman çalakî dawî kirin.