Bingeha peymana di sala 1998’ê de li navbera dewleta dagirker ya Tirk û rejîma Sûriyê hat îmze kirin, derxistina Serokê Gelan Abdullah Ocalan ji Sûriyê û li hember hebûna PKK’ê bû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Peymana Edenê, 23 Çile 2019’an de piştî hevdîtina Serokomarê Dewleta Tirk ya dagirker Erdogan û Serokê Dewleta Rûsya’yê Vîlademîr Pûtîn hate axaftin. Di civîna çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de Pûtîn behsa peymana Edenê kir û ew peyman dîsa anî rojevê. Pûtîn, dema hevdîtinê di navbera ABD-Tirkiyê yê derbarê herêma ewle jê hate pirsîn, behsa metirsiyê dewleta Tirk a dagirker li derheqê YPG’ê kir û peyman bi bîr xist.
Piştre Erdogan 24 Çile 2019’an de merasima Dibistana Şerê Erdê de got “Em fehm dikin ku pêwîste êdî Peymana Edenê dîsa bikeve rojevê”
Di 20 Cotmeh 1998’an de peymana li Edenê navbera dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyê hate îmze kirin çima hate îmze kirin û çi têde heye?
Mijar Serokê Gelan Ocalan û hebûna PKK’ê li Sûriyê
Ji ber ku Serokê Gelan Abdullah Ocalan û qampê PKK’ê li Sûriyê bûn. Dewleta dagirker a Tirk suîkast û êrîş dikirin, daxuyaniyê hişk û bi dayîna nota ve rejîma Sûriyê hişyar dikir. Dewleta Tirk a dagirker li hember PKK’ê deyax neda û ji bo Serokê Gelan ji Sûriyê derkeve û qampê PKK’ê bên girtin zordestî li rejîma Sûriyê dikir.
Bi navberkariya Misir û îran’ê her du dewleta 19-20 Cotmeh 1998’an de li Edenê hevdîtinek pêk anîn. Di dawiya hevdîtinê de peymana bi navê Peymana Edenê bi aliyê Uğur Ziyal ( Alîkarê muşteşarê wazerata karên derve û Sefîrê Tirk) û Adnan Badr Al- Hasan (Tumgeneralê Sûriyê) ve hate îmze kirin.
Dema peyman hate îmze kirin Serokkomar Suleyman Demirel bû.
Li îktîdarê de ANAP, DSP, DTP ( Partiya Demokratîk a Tirkiyê serokê wê ji Husamettin Cîndoruk ji DYP’ê veqetiya bû)
Hikûmeta bi serokweziriya Mesut Yilmaz bû û CHP’ê jî ji derve alîkarî dikir.
Serokê Dewleta Sûriyê jî Hafiz Esad bû.
Di naveroka peymanê de çi hebû?
Li gorî Peymana Edenê Sûriyê hemû qampê PKK’ê bide girtin, çalakiya bide dawî kirin û bi dewleta Tirk ve qaşo ji bo “Li dijî terorîzmê têkoşîn” lihevhatîn bikira. Li Peymana Edenê de li ser van meseleyan lihevkirin;
1) Serokê PKK’ê ji dîroka peymanê şûnde li Sûriyê nîne û destûrê nadinê ku bikeve Sûriyê.
2) Qampên PKK ‘ê yê ku dibêjin li Sûriyê ye piştî dîroka peymanê êdî di çalakiyê de nînin û destûr nayê dayîn ku bikevin çalakiyê. Gelek endamê PKK’ê hatine girtin û navê ji Dewleta Tirk re hatiye gotin.
3) Rêveberiya Sûriyê destûrê nade PKK’ê ku li ser axa Sûriyê xebata leşkerî, aborî û polîtîk bike û propagande ya rêxistinê bike.
4) Rêveberiya Sûriyê PKK’ê wek “rêxistineke teror “qebûl kir.
5) Rêveberiya Sûriyê nahêle di axa welat de PKK qampê perwerde û mayînê ava bike û xebatê bazirganiyê bike. Destûrê nade ku endamê PKK’ê ji erdê Sûriyê re derbasî welatekî din bibin.
6) Rêveberiya Sûriyê ji bo ku Abdullah Ocalan dîsa nekeve axa Sûriyê wê hemû tedbîrê xwe bigre û talîmatê bide deriyê sinora
Bi peymanê re ji bo biryarên wan werîn tedbîq kirin û ji bo şert û merc jî werin cih hin bergirî hildan. Li gorî vê di navbera rayedaran de raste rast xeta telefonê hate saz kirin.
Sererastkirina peymanê de
Di navbera dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyê de 21 Berfanbar 2010’an de qaşo “Li hember teror û rêxistinên teror de peymana hevkariyê” hate îmze kirin. Peymana ku li Enqerê hate îmze kirin de îmze ya Wezîrê Karê derve Ahmet Davutoglu û Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê Walîd Mouallem heye.
Peyman 6 Avrêl 2011’an de li TBMM’ê hate qebûl kirin û piştî pejirandina Serokkomar 26 Avrê 2011’an de di rojnameya fermî de hate weşandin û kete meriyetê.
Di peymana ku 22 xal de Peymana Edenê tête hat kirin. Armanca peymanê bêtir fireh û bi bandor li hember terorê têkoşîn bikin û hevkariyê, parvekirina îstixbaratê zêde bikin.