NAVENDA NÛÇEYAN
Başûrê Kurdistanê bi dewlemendî û dîroka xwe ya qedîm we gelek berxwedan dîtiye.Di şoreşên kurdistanê de başûrê welat jî çawkaniya heqqeîtê bi xwe re afirandiye.Gerandina heqîqetê çiqasî zehmet jî bibe,ewqasî jî bi hêviye.Di ava kirina kêliyên heqqetê başûrî kûrdistanê hina lêgerina xwe didomine.Taybet jin û jinên ciwan di wê rastiyê da lêgerina xwe didomîne û li beramber helandinê berxwedayîn li ber çawane.
Wek tê zanîn li başûr jî helandin,tepisandin,kûştin,şewitandin û gelekî politikayên taybet li ser jinên ciwan tên meşandin.Di him aliyê biyolojik û him jî aliyê manewiyatê da jin tên tepisandin.Wek ferzeke taybet,li ser jiyana jinan destdirêjî heye.Heqîqeta di insan û civakê de veşartî bi keda jinê tê belav kirin.Bêgûman, ew rastiya di dirokê da pir zelal li ber çawane.Lê ew rastiya di başûrda hatiye tine kirin û niqaş jî li ser wê nayên meşandin.Di pirsgirêkên kû tên jiyan kirin de genetîka van rastiyên jinê ve tê lîstin û ev, bi şêwazî polîtikayeka taybet tê meşandin.Di çawkaniya wan pirsgirêkan de pirsgirêka zihniyetê heye.Ev zihniyeta bi salane bi diktatorî û bi polîtîkayên taybet tên meşandin.Li vir de bandora wê politikaya psîkolojîk bi profesyanolî tê meşandin.Jiyaneke hatiye sûîqast kirin re jinên ciwan rû bi rû dimînin.Bandora sîstema zilamsalarî û deshilatdarî bi hemû awayî li ser jinê tê meşandin.Di bin nawê namûs de bi sedan jin tên kûştin. Pêşketin di warê zihnî zêdetir bi hinek taqlîdan ve sînordar dimîne. Di nawbera sistema sermayedarî û di nawbera sistema zilamsalarî de mayîn heye li civakê de.Di encama herdû sîsteman de jî ya kû herî zêde bandor dibe disa jinên ciwane.Her tim di naw hin sinora de jiyan kirin bi xwe re, ji bo para jinan tenê qetliam aniye.Rastiya kû li başûrî kûrdistanê de ji bo jinê tê jiyan kirin sinoran de mayn,temenî biçûk zewac û bê irade kirin e.Di milê maf û jiyanê de hemû hûnerên jinê li dest hatine girtin.Şûna wan jin wek jina malê ya kû xizmetê dike û ya kû,zarokan re mijûl dibe.Yanî di naw tengasiyan û di naw zindanen de tên girtin.Taybet rastiya malbatê gelekî bi bandore.Wek mecbûriyetekê di xeyalên hemûû jinên ciwan de tenê zewac heye.Wek hez kirineke sereke dixwazin xwe bi wê saziyê de ifade bikin. Lê di rastiyê de ha kû herî zêde bandpr dike ev saziyaye.Dema kû jineke ciwan bi wê saziyê we hat girêdan xwe ber bi tine bûnê ve dibe.Ji ber kû dî tabloya heyî de resmê kû tê dîtin bê rihiye.Heya dawî girêdan û derveyê îredeya jinê îtiat tê ferz kirin.Ev rastiya bi tenê serê xwe kaosekê ava dike. Jinên ciwan di warê fikir de parçe bûyinê jiyan dikin.Ji ber alternetifa kû tê peşkeş kirin bi her awayî bê îrade bûyine.Di naw wan sînoran de qîrîna jinê nayê bihistin.Ji ber wan rewşan kesayeta xwe bêbawer û bê hevî di jinên ciwan de gelekî li pêşe.Disa rêya çareserî û wê qeyranê derketin li sistema sermayedar de tê dîtin.Ev jî bi xwe re kesayetên taqlidê pêş dixe.Ji modernîteyê û ji çanda popûler bandor bûyîn ji bi xwe re azadiyê nayne.Azadiya jinê di fikir û jiyana bi têkoşînê de tê dayin.
Li gel van rastiyan, di diroka başûrî kûrdîstanê bi sedan qehremanî û berxwedanî jî heye.Her çiqas di roja me ya îro de ev pirsgirêkane hebin jî Başûrî kûrdistanê de jinên wek Ş.Viyan Caf Ş.Destîna Qendîl û Hesibe Neqîb û Leyla Qasiman mohra xwe li dirokê xistine.Rêya çareserî ji bo jinên ciwan û ji bo hemû jinan di fikir û felsefeya Rêber Apo de ye.Ji ber pirsgêrîka kû di rojhilatanawin de xitimandinê dide jiyan jiyan kirin bi felsefeya çareserî Rêber Apo destnîşan kiriye.Ji bo wê dibêje:Şoreşa başûrî kûrdistanê şoreşa jinêye.Li beramber van zehmetiyan derketin heye.Ji bo î radeya jinê jiyaneka pir sade bi wê fikrê tê jiyan kirin.Ji bo jinên ciwan yekane rê tenê dawî kirina jiyanê nîne.Li beramber van ne edaletiyan jin bi hemû awayî dikarin bikevin nav têkoşînê û serî rabikin. Serî rakirina jinê dikare ji bo hemû pirsgîrêkan bibe bersiw.Tenê çareserî mahkûmiyeta civakê û ya çanda heyî nne.Li beramber nehegiya bi salan êdî jin dibin bersiw.Heqiqeta kû,ji bo jinê bê înşa kirin, derbas kirina wê zihniyeta xirabe.Gerandina heqqetê bi xwe re ji bo pirsgirêkên jinên ciwan dikare bibe bersiw.
Wek encam,jinên ciwan bi heqîqeta xwe dikarin derketinên mezin ava bikin.Ji bo wê bi bawerî li ser pirsgirêkan de çûyin wê serkeftinê bine.Êdî jin dikarin xwe ji qetliaman xilas bikin.Wateya xwe ya rast re hevdîtina jinê bi zanebûn û bi iradeya azad wê her zindî bimîne. Gîhîştina sira heqîqetê bi wê awayê wê her zindî bimîne.
RONAHÎ ARARAT