Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyên ciwanan li her derê çalakî li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji çalakiyên greva birçîbûnê a ku ji aliyê Leyla Guven ve hate destpêkirin çalakiyên piştgirîyê didome.
AMED
Endamên Meclîsên Ciwanên a HDP ê Peyas’ê derketin qadan û bi dirûşmên ”Bijî Berxwedana Zindanan”, “Leyla Guven Rumeta me ye” ve meşiyan. Gelên peyasê jî bi tilîliyan piştgirî dan çalakiya ciwanan.
Endamên Meclîsên Ciwanên a HDP ê Rezan’ê bi dirûşmên “Leyla Guven Rumeta me ye” ve meşiyan. Gelek ciwan tev li çalakiyê bûn.
Ciwanên welatparêz ên Lîseyan û ciwanên Meclîsa Ciwanên HDP’ê li li navçeya Yenîşehîr’ê kom bûn û ji bo fîlma sibê ku temaşe bikin çalakiya belavok firandinê kirin.
AGIRÎ
Endamên Meclîsên Ciwanên HDP a Agirî ji bo piştgirî bidin çalakiya Leyla Guven a ku 80 roje berxwedana wê didome li nav bajêr li gelek cihê çalakiya stickersê û nivîsandinê pêk anî.
STENBOL
Endamên Meclîsên Ciwanên HDP a Stenbol’ê ji bo bal bikşînin li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li gelek navçe û cihên bajarê çalakiya panqart û nivîsandinê li dar xistin.