Berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem a ku Leyla Guven pêşengtiya wî kir û di derdorê wê de berxwedan mezin bû her diçe faşîzma dewleta Tirk teng dike. Çalakiya Strasbourg’ê jî di roja xwe ya 41’an de didome. Çalakvanê Strasbourg’ê Denîz Sûrgût go ku berdana Leyla Guven moralek mezin daye wan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem a ku Leyla Guven pêşengtiya wî kir û di derdorê wê de berxwedan mezin bû her diçe faşîzma dewleta Tirk teng dike. Di destpêkê de di rojekî betlaneyê de birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan şandin giravê. Piştre jî dewleta Tirk dihesiband ku bi vê berxwedanê bişkîne vê carê jî bi tehliye kirina Leyla Guven xwest armanca xwe pêk bîne. Ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ku Leyla Guven ji bo rakrina wî destpê berxwedanê kir gelek kes di derdorê berxwedanê de kom dibin.
Li Strasbourg’ê jî 14 çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdem jî bi biryardiryareke mezin didomînin. Çalakiya Strasbourg’ê 40 rojê xwe di paş xwe de hêşt û ket roja 41’an. Duh gelek Saziyên Civakî ya Sîvîl serdana çalakvanan kir. Di nav wan de Platforma Piştgiriya Jin a Fransa’yê û nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê jî hebûn. Di serdanê de peyamên piştgiriyê hate dayîn û hate gotin ku LEyla guven di encama berxwedanê de hatiye tehliyekirin.
Çalakvanên ku tehliyeya Leyla Guven bi coş pêşwazî kirin, di seatên êvarê de fîlma “14 Tirmehê” ya ku mijara çalakiya di sala 1982 de li Zindanê Amed’ê Berxwedana Rojiyên Mirinê ya Mezin digirt dest temaşe kirin.
Her wiha duh êvarê çalakvanê greva birçîbûnê ya bêdem a Strasbourgê Denîz Sûrgût ji ajansê me re axîvî. Sürgût got ku; “Dewleta Tirk a faşîst dixwaze bi leyîstokên ve berxwedanê bişkîne, lê em bibiryarin ku heya çalakiyên me bigihêje armanca xwe em ê çalakiya xwe bidomînin. Derketina derve ya Leyla Guven ji bo me bû çavkaniya moralekî mezin.”
Her wiha Sûrgût bang li Gelên Kurdistanê kir ku li derdorê berxwedana Leyla Guven kom bibin û xwedî xwesteka wê derkevin.