Gelê Şeladizê ku li dijî baregeha Tirk serî hildan û qereqol şewitand, 2 leşkerên Tirk jî girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Serhildana li dijî baregeha artêşa Tirk a Sîrê berdewam dike. Welatiyên ku ketin qereqolê, hemû çadirên bi baxçeyê qereqolê şewitandin, her wiha agir bi tangek xistin.
Gelê ku hêrsa xwe tîne ziman, her wiha 2 leşkerên Tirk girtin û piştî lêdanê radestî hêzên pêşmergeyan kirin.