Xwepêşandêrên Şêledizê avahî û baregehên leşkerên Tirk radestî hêzên Hikumeta Herêmê kirin û xwe ji herêmê vekêşan. Balafirên şer yên dewlewa Tirk jî di van kêliyane de bi nizmî ser Şêledizê re difirin. Ji ber dengê balafiran gelek pencereyên xaniyên welatiyan şikestin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Gelê Şeladizê ku bi ser baregeha artêşa Tirk de girt; çadir, tang û kelupelên li baregehê şewitandin. Leşkerên li baregehê jî xwe spartin avahiyan û piştre reviyan. Beriya niha çend kêliyan xwepêşandêran baregeh û avahiyên leşkerên Tirk radestî hêzên Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin.
Li aliyek din balafirên şer yên dewleta Tirk di van saetane de gelek bi nizm bi ser Şêledizê re difirin. Ji ber dengê balafirên şer gelek pencereyên xaniyên welatiyan şikestin. Dewleta Tirk dixwaze bi vî awayî xelkê Şêledizê bitirsîne.